Peyam dan AKP'ê: Va ye meydan 2021-03-21 16:48:59 MÊRDÎN - Ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên Nisêbîn û Qoserê, bi deh hezaran kes daketin qadan. Li qadan daxwaza azadiya Ocalan hat kirin û ji bo AKP'ê peyama vaye meydan hat dayîn.    Li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê, bi deh hezaran ji bo pîrozbahiyên Newrozê daketin qadan. Di pîrozbahiyan de, bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Newroz" tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Girseyê li qadan daxwazên xwe yên azadiya Ocalan anîn ziman û ji bo hikumeta AKP'ê jî peyama vaye meydan hat dayîn. Welatiyên bi berzkirina dirûşmeyan û nîşaniyên serketinê ketin qadan, bi kincên xwe yên gelêrî qada Newrozê xemilandin.   Piştî axaftinên hatin kirin, hunermend Veysî Ermîş û Koma Sor Jiyan stran gotin, girseyê li ber dengên wan guvend gerandin û dûre pîrozbahî bi dawî bû.