Amediyan dîsa gotina xwe got: Ji Ocalan re azadî 2021-03-21 16:15:10 AMED - Bi sed hezaran Amedî serê sibê berê xwe dan qada Newrozê û daketin qada Newrozê. Amediyên bi rengê xwe daketin qadê dîsa gotin "Ji Ocalan re azadî" û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwestin. Girsê li qadê bi zêdebûna alên HDP'ê û dirûşmeyan bersîv dan êrîşan.    Kurd her sal li qadên Newrozan daxwazên xwe, rexne û sekna xwe nîşan didin. Îsal jî tevî hemû astengî û qedexeyan daketin Qada Newrozê û helwesta xwe ya anîn ziman. Newroz bûye reng, nasname û zimanê Kurdan. Kurdan carek din Agirê Newrozê ku Kawayê Hesinkar ê li dijî zilma Dehaq pê xistibû geş kirin. Agirê li Keleha Dimdim ê geş kiribûn dîsa geş dikin. Agirê ku Mazlum û Semayan li zindanan bi bedena xwe geş kirin, li qadan dîsa geş bû. Newroza ku Kurdan berê li tax û kolanan bi lastîkan pê dixist û bi mudaxaleyên hişk re rû bi rû diman, niha li Qadên mezin bi telêbûna deh hezaran pîroz dikin.    Di pêvajoya ku der barê ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de îdea belav bûn û tecrîd didome, dîsa di pêvajoya ku der barê HDP'ê de daxwaza girtinê heye û wekîlê HDP'ê Omer Faruk Gergerlioglu wekîltiya wî hat xistin û li meclîsê hat binçavkirin de li Amedê Newroz tê pîrozkirin.    Ez berê xwe didim qada Newrozê û hewl didim di deriyê ku Rojnameger tê re derbasî qada Newrozê dibin re biçim qada Newrozê. Bi saetan li benda dorê sekinim. Dema nameya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an de parve kiribû dîsa hat xwendin, wekî sala 2013'an nebe jî gelek rojnameger li ber derî rawestiya bûn. Ewil bi hinceta lêgerîna bombeyê heye em nexistin hundir. Piştre li çend nokteyên din ji listeyê akreditasyon tên kontrolkirin. Li nasnameyan dinerin. Lêpirsîna kodê HES'ê tê kirin. Li çenteyan lêgerin dikin û ser me kontrol dikin. Ev hemû li nokteyan dubare bûn. Em rojnameger in û lênûsk û pênûs di destê me dene. Lê polîsan destûr nedan ku em pênûsan têxin qada Newrozê. Kesên çixareyê dikişînin, dikarin çixarê bibin qada Newrozê. Lê nikarin hestê xwe têxin qadê. Dibêjin xwedê neke dê li qadê agir pêxin û destûr nadin.    NÛÇEGÎHANÊN AA LI DERVÊ QADÊ NÛÇE DINIVÎSIN   Dema em ketin qada Newrozê, nûçegîhanên Ajansa Anadolu li dervê qada Newrozê made danîn û li dervê qadê dest bi nivîsandina nûçeyên Newrozê kirin. Her sal dema qad vala bû wêne dişandin û wekî ku kes nehatiye Newrozê nûçe dinivîsandin. Lê îsal neketin qadê û li dervê qadê nûçe nivisandin.    Hemû rojnameger ji bo têkevin qadê ketin dorê. Dîsa ji bo derkevin ser dikê û li wir wêneyan bikişînin ketin dorê. Ji bo vê yekê gelek astengî derketin.    HEMÛ BI YEK DENGÎ 'BIJÎ SEROK APO' BERZ DIKIN   Girse jî wekî me rojnamegeran heta gihişt qada Newrozê di hemû zor û zahmetiyan re derbas bûn û ketin qadê. Em li pişt platformê bûn. Bi deng re em nêzî pêş dibin. Deng her ku diçe zêde dibe. Deng li qadê olan dide. Denge dirûşmeyan her ku diçe berz dibe û bilind dibe. Gel wekî pêlê lehiyê diherike. Wekî pêlan ber bi qada platformê ve diçe. Bi deh hezaran bi yek dingî dirûşma "Bijî Serok Apo" berz dikin.  Heta ku ez ji qadê derketim jî ev herikîna qadê berdewam kir û dengê dirûşmeyan berz bû. Piştî Agirê Newrozê geş bû, hesreta agir kewiya. Li aliyeki dirûşme berz dibin, li aliye din girse li ber stran û klmanan govendê digerînin. Jin ciwan, mezin hemû bi hevre ketine govendê. Li aliyekî li ber def û zurneyan govend, li aliyekî srûd û dirûşme tev li hev dibin.  Ciwanên ku di nokteyên lêgerînê re derbas dibin bêtir dixwazin nêzî dikê bibin. Polis, piştre derketin ser dikê û hişyarî kirin. Le dîsa girsê bi dirûşmeyan bersîv da. Bêtir bi flame û dirûşmeyan bersîv da polîsan. Gelê Amedê ji bo îro gotina xwe bêjin daketin qadê û qat tije kirin. Gelê Kurd bi salan e li qadên Newrozê gotina xwe tînin ziman. Gelê Amedê dîsa li Qada Newrozê gotina xwe got. Gel ji 7 salî heta 70 salî bi alên HDP'ê daketin qadê û gotin "Hedê kê ye partiya me bigirin'    MA / Dîcle Muftuoglu