Daxwaza ‘Azadiya Ocalan' bend derbas kir 2021-03-21 15:57:19 AMED - Di Newroza Amedê de, bi sedhezaran kes bi yek dengî dirûşmeya “Ji Ocalan re azadî” qîr kirin û ev daxwaza “Azadiya Ocalan” bend derbas kirin.   Bi sedhezaran kesên di şefeqê de, berê xwe dan Qada Newrozê û bi coş xwestin agirê Newrozê pêbixin, piştî saetên nîvro cih li qadê nebe. Jin û ciwanan bi kincên xwe yên neteweyî, qada Newrozê bi rengên kes, zor û zer xemilandin.    Girseyê di tevahiya rojê de posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên PKK’ê bilind kirin û bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin. Bi berzkirina vê dirûşmeyê daxwaza azadiya Ocalan bend derbas kirin. Ligel ku polîsan mudaxileyî pergala deng jî dikirin, cardin nekarin dirûşmeyên bi sedhezaran qût bikin..   Piştî axaftinên hatin kirin Kadir Çat derket ser dikê û bi stranên gotin coşa gel zêdetir bû. Girseya li qadê di heman demê de, bi berzkirina dirûşmeyan xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya 115 rojin li zindanan li dijî tecrîda li Îmraliyê dewam dike, derket.    Coş li Qada Newrozê her ku diçe mezin dibe û bi sedhezaran kes guvendê digerînin û bi vî awayî cejna xwe pîroz dikin.