Geverê dîsa got HDP gele 2021-03-21 15:26:39 COLEMÊRG - Li Geverê, bi tevlîbûna bi sedan kes Newroza herî bi heybet a çend salên dawiyê hat pîrozkirin. Girseya beşdarî Newrozê bû, bi dirûşmeya “HDP gele, gel li vire” bertek nîşanî doza girtina HDP’ê da.   Li navçeya Gevegerê ya Colemêrgê, li gorî salên borî bi tevlîbûna bi sedan kes Newroza herî bi heybet hat pîrozkirin. Pîrozbahî li Stada Yenî Şehîrê hat pêk hat û bi sedan welatî di şefeqê de berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Îsal ji her salê zêdetir ciwan beşdarî pîrozbahiyê bûn. Ciwanên bi alên HDP’ê ketin qadê, bê navber dirûşmeyên “Em bi Gergerlîoglû re ne”, “Bijî Berxwedana Zindanan” û “HDP gele, gel li vire”  berz kirin.   BERTEK NÎŞANÎ DOZA GIRTINÊ DAN   Jinên ku bi kincên xwe yên neteweyî beşdarî Newrozê bûn, guvend geran din û li tilîliyan xistin. Girseya bi coş, bi berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî doza girtina HDP’ê dan.    Hevşaredara HDP’ê ya Sîlopiyê Adalet Fîdan, di pîrozbahiyê de axivî û girseya tevlî Newrozê bibû silav kir. Fîdan, di axaftina xwe de hêvî kir ku ev cejn bibe cejna azadî û aştiya gelan.    ‘MÛXATAP OCALANE’   Dûre Parlamenterê HDP’ê Saît Dede, axivî û wiha got: “Cejna Newrozê ji Kawan ji bo me weke cejna berxwedanê ma ye. Heya ku pirsgirêka gelê Kurd neyê çareser kirin, wê hizûr û demokrasî neyê Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê. Ev jî wê bi Birêz Ocalan pêkan be. Muxatabê pirsgirêka Kurd Birêz Ocalane. Rêhevalên me bi rojane, li zindanan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Daxwazên wan daxwazên me ne. Divê daxwazên wan tavilê bên qebûlkirin.”    Piştî axaftinan coşa girseyê dewam kir û her tim dirûşmeyên “Bi berxwedanê em qezenc bikin” û “Hûnê hesab bidin” hatin berzkirin.   AGIRÊ NEWROZÊ   Dûre agirê Newrozê hat pêxistin, Rezan Şirvan derket ser dikê û girseyê heya demek dirêj guvend gerand.