Bi deh hezaran kes beşdarî Newroza Nisêbîn û Qoserê bûn 2021-03-21 14:33:20 MÊRDÎN - Bi deh hezaran kes beşdarî Newroza Nisêbîn û Qoserê bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin.    Îro gelê Kurd li 22 navendan Newroz bi coşek mezin pîroz kir. Li Navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê jî girseyek mezin li qadên Newrozê kom bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kir.    Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi deh hezaran kes li Qada Newrozê kom bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Li qada Newrozê zêdebûna polîsan zêde bal kişand ser xwe. Gelê Nisêbinê di saetên serê sibê de derbasî Qada Newrozê bûn. Gel cil û bergên xwe yên rengîn li xwe kirin û meşiyan qada Newrozê. Jinan cilên xwe yen rengin li xwe kirin û Qada Newrozê bi cilên xwe neqişandin. Gel tevî astengiya polisan jî di nokteyên lêgerînê re derbas bûn û ketin qadê. Yekîneyên girêdayî Komîteya Amadekar a Newrozê li dijî vîrûsa (Covid-19) rûpoş û dezenfektan belav kir. Welatiyên li ber deriyê ketina qadê kom bûn, nîşaneyên serkeftinê bilind kirin û bi dirûşmeyan ketin qada Newrozê. Girsê li qada Newrozê pankartên "Newroz pîroz be" û "Em bi rihê Newrozê li ber xwe bidin bi ser bikevin vekirin. Li Nisêbînê Agirê Nerozê bi coşek mezin hat pêxistin. Dayikên Aştiyê yên li Qada Newrozê rastî eleqeyek mezin hatin.    QOSER    Li Navçeya Qoserê jî girse li Qada Otogara Qoserê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî tev li Newrozê bûn. Gel di 2 nokteyên lêgerînê re derbasî qada Newrozê bûn. Hêj bernameya Newrozê dest pe nekiribû gel Qada Newrozê tijî kir û dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Li Qadê girse govendê digerîne û dirûşmeyan berz dikin.