Wan li qadê hilnehat: Çareserî li Îmraliyê ye 2021-03-21 14:32:36 WAN – Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî, di Newroza Wanê ku bi beşdariya sed hezaran didome de diyar kir ku rêya çareseriya demokratîk, aştiyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn di Îmraliyê re derbas dibe.   Coşa Newroza Wanê ku li pêşa Keleha Wanê bi beşdariya sed hezaran tê pîrozkirin didome. Her çiqas bi hinceta pandemiyê ji ketina qadê re hin sînor hatin danîn jî welatiyan astengiyan derbas kir û tevlî pîrozbahiyan bûn. Sekna bi hezaran kesan a li nuqteyan jî didome. Girseya ku her diçe mezin dibe û dawiya wê xwanê nake, timik li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dûrişmeya "Bijî Serok Apo" berz dike.    Pîrozbahiya ku bi sed hezaran kes bi kincên xwe yên herêmî tevlî bûne, bi axaftina vekirinê ya Komîteya Amedekar dest pê kir û bi stranên ku hunermend Azad Bedran got berdewam kir. Bi yekdengî stran hatin gotin û coşa li qadê derket asta herî jor. Piştî stranên Bedran agirê Newrozê hat pêxistin. Jin û ciwanan demekê xwe di ser agir de avêtin.    BERTEK PEYMANA STENBOLÊ    Seroka Komeleya Jinan a Starê ya Wanê Serap Guvenç, di bernameyê de axivî û bi van gotinan bertek nîşanî vekişandina ji Peymana Stenbolê da: “Çi dibe bila bibe em ê li dijî vê zihniyeta zilam ku li ser tunebûna jinan tê avakirin têbikoşin. Di vê pêvajoya ku êrişên li dijî jiyan, ked, nasnameya me zêde dibin de em têkoşîna xwe didomînin û dê bidomînin.”   Di bernameyê de peyamên ku ji girtîgehan hatibûn hatin xwendin.    BANGA ‘AŞTIYA MEZIN’   Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç jî axivî û Newrozê pîroz kir. Kamaç, diyar kir ku gelê kurd di pêvajoyeke zehmet de derbas dibe û wiha got: “Ev gel serê xwe ji zilmê re danayne. Heta ku Pirsgirêka Kurd çareser nebe kes aram nabe. Es Qesr! Dem dema aştiyê ye. Werin em ji bo aştiya mezin biaxivin. Wê Newroza 2021’an bibe wêneyê çûyîna we. Heke hûn nasname û hiqûqa gelê kurd nas nekin hûn ê her in.”   KESÊN XWESTIN TÊK BIBIN TÊK ÇÛN!   Piştî Kamaç, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî axivî û Cejna Newrozê ya waniyan pîroz kir. Temellî ku bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin diyar kir ku li girtîgehan kesên ku 115 roj in ji bo çareserkirina prisgirêka kurd a Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê û li dijî tecrîdê li ber xwe didin hene û wiha got: “Ji wantirê qê ku wê ji Plana Islahatê heta Plana Çokşikandinê me biqedînin. Nikarin me biqedînin, em hebûn, hene û em ê hebin. Kesên bi Plana Çokşikandinê derketên rê welat têk birin. Dijminaniya xwe ya li hemberî kurdan didomînin. Vî gelê ku li vîna xwe xwedî derdikeve îro ji Wanê bersiv daye. Hûn kîjan planî dikin bikin wê ev gel vîna xwe teslîm neke. Ê wan polîtîkayên wan ên şer hebin ê me jî têkoşîna me ya aştiyê heye. Heke me pêvajoya çareseriyê bibira serî ne şer dibû ne jî zilm. Rêya çareseriya demokratîk, aştiyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn di Îmraliyê re derbas dibe. Em vê dizanin. Dewlet jî vê dizane. Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe tu pirsgirêk çareser nabe. Ev mesele bi rûniştina li ser mese ya bi maxatab re çareser dibe. Li senaryoyên din negerin mxatabê vî karî Birêz Ocalan e.”   Pirozbahî bi kilmaên hunermend Xecê didome.