Gergerlîoglû hat berdan 2021-03-21 13:47:22 ENQERE - Wekîlê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû yê di şefeqê de, li Meclîsê bi zorê hatibû binçavkirin, piştî îfade da, serbest hat berdan. Divê zora polîsan a di dema binçavkirinê de li gergerlîoglû kirin derbasî girtekan bibe.   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, di roja 5’emîn a “Nobeta Edaletê” de, li Meclîsê di şefeqê de, bi zorê hatibû binçavkirin. Piştî Gergerlîoglû, li Qereqola Polîsan a Kavaklidereyê îfade da, hat berdan. Gergerlîoglû, di saetên serê sibê de, li odeya lê dima, dema rabibû destnimêjê, ji aliyê bi sedan polîsên ketin Meclîsê ve hat binçavkirin. Polîsan Gergerlîoglû bi zorê ji tiwaletê derxistin û bi xwe re birin.   Gergerlîoglû, yê bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kiriye” saet 06.45’ê sibê hat binçavkirin, piştî kar û barên îfade girtinê yê 6 saetan serbest hat berdan.   DIVÊ ZOR DERBASÎ GIRTEKAN BIBE   Di dema îfadegirtina Gergerlîoglû de, polîsan zora binçavkirinê ya li Gergerlîoglû kiribûn nexistin girtekê. Polîsan ji parêzerên Gergerlîoglû re gotin, ger bixwaze dikare dure gilî bike, lê parêzeran bi awayekê nivîskî li dijî vê reşê şerh danîn. Rawestîna Gergerlîoglû ya li qereqolê dewam dike.   Parlamenterên HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, Erol Katircioglû û Fîlîz Kerestecîoglû dema îfadeya Gergerlîoglû dihat girtin, li ber qereqolê rawestiyan.