Li Sêrtê bi hezaran Newrozê pîroz dikin 2021-03-21 12:55:21   SÊRT - Li Sêrtê, bi hezaran kes herikîn Taxa Aştiyê û Newroz pîroz kirin.    Li Sêrtê, Newroz bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” hat pîrozkirin. Gel herikî qada Newrozê ya li Taxa Aştiyê û piştî lêgerîna nokteya kontrolê ketin qadê. Girseyê mîna her salê îsal jî, bi cil û bergên xwe yên neteweyî qada Newrozê xemilandin.    Bi hezaran kesên qada Newrozê tije kirin, li ber stranan guvendê digerînin û bi berzkirina dirûşmeyan doza girtina HDP’ê şermezar dikin.   Pîrozbahiyên Newrozê bi coş li qadê dewam dikin.