Bi deh hezaran beşdarî Newroza Wanê bûn Bi yek dengi dirûşma 'Bijî Serok Apo' berz dikin 2021-03-21 12:27:01   WAN - Bi deh hezaran kes beşdarî Newroza Wanê bûn û bi yek dengî dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz dikin. Dengê dirûşmeya "Bijî Serok Apo" li keleha Wanê olan dide. Hêj herîkîna hezaran a qada Newrozê jî dîdome.    Gelê Kurd îsal bi dirûşmeya "Em bi Agirê Newrozê Li Ber Xwe Bidin, Bi Ser Bikevin" Newrozê pîroz dikin. Bi deh hezaran kesên berê xwe dan Qada Newrozê ya tenişta  Keleha Wanê, li qadê kombûn û bi coşek mezin Newrozê pîroz dikin. Gel ji bo Newrozê pîroz bikin di saetên serê sibê de li taxan li hev kom bûn û herikîn Qada Newrozê ya li tenişta Keleha Wanê. Di salên dawî de bi sed hezaran beşdarî Newroza Wanê dibe û Newroza Wanê dibe dîrok. Bi deh hezaran gelê Wanê yên bi cil û bergên xwe yên rengîn daketin qadê, alên HDP'ê li qadê li ba dikin û bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" berz dikin. Girsê li qadê pankarta "Her ku hûn bibin faşîst em ê jî li ber xwe bidin" vekirin û bi dirûşmeyan bertek nîşanî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didin. Girseya ku li qadê kom bûye, bê navber li dijî tecrîdê dirûşmeya "Bijî serok Apo" berz dikin. Dengê dirûşmeyan li Keleha Wanê olan dide.    'BIJÎ SEROK APO' LI QADÊ OLAN DIDE   Li Qada Newrozê ku bi deh hezaran kes beşdar bûn, pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtin bi dawî bu bi deh hezaran kesan bi yek dengî “Bijî serok Apo” berz kirin. Piştî rêzgirtinê Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Sedat Duşunmez, derket ser dikê û girse silav kir û xwest Newroz bibe wesîleya aştî û azadiyê. Hevserokê HDP'ê yê Wanê Fikret Dogan jî gel silav kir û wiha got: "Newroz ji bo Kurdan remza serhildan û berxwedanê ye. Çalakiya gireva birçîbunê ya li zindanan a li dijî tecrîdkirinê didome. Divê zextên dijdemokratîk ên li zindanan bi dawî bibin. Bi taybetî divê tecrîda li Îmraliyê li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe."    HERIKÎNA BI HEZARAN DIDOME    Li Qada ku bi deh hezaran kes beşdarî Newrozê bûn, herikîna hezaran kesan a li Qada Newrozê didome. Bi hezaran kes jî li nokteyên kontrolê sekinîne û li bendê ne derbasî qadê bibin.