Li Dersimê gel qedexeya Newrozê ya walîtiyê guhdar nekir 2021-03-21 12:22:23   DERSIM – Li Dersimê, li gel qedexeya walîtiyê jî gel li Qada Seyît Riza li hev kom bû û dest bi pîrozahiya Newrozê kirin.    Walîtiya Dersimê, beriya çend rojan daxuyanî da û ragihand ku ji bo Newrozê wê tenê destûr bide ku daxuyanî bê dayîn û nehêle ku Newroz li bajar bê pîrozkirin. Gelê Dersimê guh neda vê qedexeya walîtiyê û bi kincên xwe yên herêmî ji bo pîrozbahiyê li Qada Seyît Riza li hev kom bû û dest bi pîrozkirina Newrozê kir.    Li Qada Seyîd Riza pankartên li ser wan bi kirmanckî, kurmancî û tirkî “Newroz pîroz be” nivisandî hatin daleqandin û dîmenên rengî derketin holê.  Dersimiyan li ber stranên ku hatin gotin govend gerandin û timik dûrişmeya “Newroz pîroz be” berz dikin.    Di pîrozbahiya ku amadekariyên agirê ku pê vêxistin tê kirin de li bende ye Parlamenterê HDP’ê yê Bajar Alîcan Onlu, Endamên MYK’a HDP’ê Velî Saçilik, Sûltan Ozcan, Alîkara Serokê Giştî yê EMEP’ê Selma Gorkan, Şaredarê Dersimê Fatîh Mehmet Maçoglû tevlî bibin.