Li Qada Newrozê posterên Ocalan li ba dibin 2021-03-21 12:03:58 AMED – Amediyên ku bi posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diherikin Qada Newrozê, bi pankart û dûrişmeyan peyama “Yekitiya neteweyî ya kurd” didin.   Li Amedê, bi deh hezaran kes ji bo pîrozbahiya Newrozê ku bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser kevin” tê kirin, diherikin Parqa Newrozê. Ji ber ku qeyûman hejmarên otobusên ber bi qada Newrozê zêde nekirin gelê Amedê bi derfetên xwe tên Parqa Newrozê. Derdora parqê bi bariyeran hatiye girtin û li nav parqê û li ser hemû rêyên ku dertên parqê bi hezaran polis û maşîneyên zirxî hatine bicihkirin.    DEH HEZAR DI RÊ DE NE   Bi deh hezarên ku bi kincên xwe yên herêmî di saetên serê sibehê de ketine rê, di nuqteyên kontrolê bi qodên HES’ê dikevin qada Newrozê. Rojnamegerên ku li têketina protokolê ya li ser Kolana Evrîm Alataş bi saetan hatin sekinandin, piştî 4 kotrolan destûr hat dayin ku bikevin qadê.   JI CIWANAN MEŞA GIRSEYÎ   Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê ku di hedefa zextan de ne, li Xaçerêya Hala Nû hatin gel hev û bi awayekî girseyî ber bi qada Newrozê ve dest bi meşê kirin. Ji gelek deverên bajarên berikandina ber bi qadê ve didome.    BI 8 ZIMANAN ‘NEWROZ PÎROZ BE’   Li Parqa Newrozê ku her sal malovaniya milyonan dike, li platformê bi 8 zimanan “Newroz pîroz be” hat nivîsandin. Li qadê jî pankartên “Berxedanan jinên ciwan deng daye qaden azad”, “Em li hemberî qirkirina jinê jiyane, azadiye diparezin”, “Ruhê Newrozê îro li zindana li seranserî jiyanê zindî bûye û gihiştiye wateya xwe ya dîrokî” hatin daleqandin.    ‘JI ROJA ME RE SILAV’    Kesên ku ketin qada Newrozê pankartên “Silav li roja me, berxwedan wê bidome” û “Li dijî înkar, şer û sirgûnê rihê berxwedanê yê Kawa” vekirin. Bi hezaran kesî jî alên HDP’ê ku di bin gefa girtinê de ye girtin destê xwe.    POSTERÊN OCALAN   Li qada Newrozê di heman demê posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F Îmraliyê li ser tenduristî û ewliya jiyana wî fikar hene û alên PKK’ê hatin hildan. Li gel hişyariyên polisan jî bi hezaran kes timik dûrişmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz dikin.   Bernameya Newrozê bi rêzgirtina ku bi sîrûda Çerxa Şoreşê û dûrişmeyên “Bijî Serok Apo” hat kirin dest pê kir.    ‘EM BI RENGÊ XWE LI QADAN E’   Serokê Komîteya Amdekar a Newrozê Îrfan Sonmez, di axaftina vekirinê de Cejna Newrozê li gelê kurd pîroz kir û ev tişt gotin: “ Dehaq li ber berxwedana Kawa têk çû û agirê Newrozê pêxist. 2 hezar û 633 sal in gel Newrozê pîroz dikin. Newroz pîroz be. Newroz berxwedan, serhildan, wekhevî, edlaet û demokrasi ye. Em Newrozê bi evîna Mem û Zînê pîroz dikin. Em bi reng û zimanê xwe li qadê ne.”