Coşa Newroza Cizîrê deqe bi deqe mezin dibe 2021-03-21 11:32:45 ŞIRNEX – Gelê Cizîrê, bi kincên xwe yên herêmî li qada Newrozê tê gel hev.   Ji bo Newroza ku îsal bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser kevin” tê pîroz kirin, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê gel zû dest bi rojê kir. Li navçeyê ku bi rojane amadekariyên Newrozê tên kirin, bi destpêkirina rojê re gel bi kincên xwe yên herêmî ber bi qada Newrozê ve diherikin.   Qada Newrozê bi alên HDP’ê û bi pankartên peyamên Newrozê hatiye xemilandin. Kesên ku xwe gihandin qadê bi vekirina deriyên qadê re cih xwe li qadê girtin. Kesên gihîştin qadê li ber kilaman govend gerandin û deqe bi deqe coşa Newrozê mezin dibe.    Kesên hatine qadê bi awayekî kelecan li bendê ne ku bernameya Newrozê dest pê bike. Hê jî hatina qadê ya gelê Cizîrê didome.