Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diherikin qadên Newrozê 2021-03-21 11:13:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca Newrozê pîroz bikin berê xwe didin qadên Newrozê. Newroza îsal bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin” tê lidarxistin.   Îro li gelek navendên Rojhilata Navîn gel Cejna Newrozê bi şahî û mîtîngan pîroz dikin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Newroza îsal bi dirûşmeya “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin” pîroz dikin. Ji saetên sibehê ve, şêniyên herêmê bi cilên folklorî berê xwe didin cihên pîrozbahiyan.   HERÊMA CIZÎRÊ   Pîrozbahiya Newrozê ya Qamişlo li gundê Hîmo yê li rojavayê bajêr tê lidarxistin. Tê payîn ku bi deh hezaran kes beşdar bibe. Li Tirbesipiyê jî pîrozbahî li bendava Mizgeft a li bakur rojhilatê navenda navçeyê tê li darxistin. Li Girkê Legê jî pîrozbahî li gunê Helîq ê li herêma Aliyan tê lidarxistin. Li Dêrikê pîrozbahî li bendava Borze ya li bakur rojhilatê bajarê Dêrikê tê lidarxistin. Li Hesekê, pîrzobahî li bendava Xerbî ya li bakur rojavayê bajêr tê lidarxistin. Li Dirbêsiyê, pîrozbahî li pişt navenda navçeya Dirbêsiyê tê lidarxistin. Li Til Temir, pîrozbahî li gundê Qesrek a li ser rêya M4 di navbera Til Temir û Qamişlo de, tê lidarxistin.   HERÊMA FIRATÊ:   Li Kobanê, pîrozbahiya Newroza 2021`an li daristana Kobanê ya li rojavayê bajêr tê lidarxistin. Li Reqa, pîrozbahiya li Reqayê jî li Furqeya 17`an a li bakurê bajrê tê lidarxistin.   ŞEHBA:   Pîrozbahî ligundê Elûşê yê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê tê lidarxistin.   HELEB:   Pîrozbahiya Newroza 2021`an li Heqil Remî ya li herêma Şiqeyif tê lidarxistin.   ŞAM:   Pîrozbahî li herêma Meşrûi Dumer ya li yarîgeha El-Feyhaa tê lidarxistin.   Tê payîn ku pîrozbahî saet 10:00`an dest pê bikin û bi navê partiyên siyarî û Rêveberiya Xweser axaftin bên kirin. Her wiha dê pêşandanên hunerî ji aliyê tîmên hunerî ve bên pêşkêşkirin.