Di serdegirtina malan de 2 dayikên aştiyê hatin binçavkirin 2021-03-21 11:01:49 COLEMÊRG – Li Colemêrgê di serdegirtinên malan de polisan dayikên aştiyê Gulîzar Demîr û Halîme Arslan jî di nav de 4 kesan binçav kirin.    Li navenda Colemêrgê, di saetên serê sibehê de polisanbi awayekî hemwaxt bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de polisan hemû amûrên li malan ji hev belav kirin û dayikên aştiyê Gulîzar Demîr (45), Halîme Arslan (50) û Nîhat Arslan (50) û ciwanê bi navê Omer Kaplan binçav kirin. Sedema binçavkirin nehat hînbûn.