Amed ji bo geşkirina agirê Newrozê diherike qadê 2021-03-21 10:29:33 AMED - Amediyên ji bo pîrozkirina Newrozê di şefeqê de, dest bi rojê kirin, bi berzkirina dirûşmeyan diherikin  Qada Newrozê.      Newroz îsal wê bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe dibin bi ser bikevin” li Parka Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê tê pîrozkirin. Amediyên, di şefeqê de dest bi rojê kirin, di serî de ji navenda bajer, navçe û bajarokan, ketin ser rêyên diçin qada Newrozê.   OTOBUS TÊN ASTENGKIRIN    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya dibin rêveberiya qeyûmê AKP’ê de ye, seferên otobusê yên diçûn Parka Newrozê îptal kirin. Ji ber vê li rawestgehên otobusan komên demek dirêj li benda otobusan dimînin, dûre bi meş û derfetên xwe ber bi qada Newrozê diçin.   BI KINÇÊN NETEWEYÎ DIÇIN QADÊ   Bi sedan kesên bi kincên xwe yên neteweyî, bi berzkirina tilîlî û dirûşmeyan nêzî qada Newrozê bûn û li bendêne ku piştî nokteya kontrola polîsan bikevin qadê. Bi sedan kesên rûpoşên “Newroz pîroz be” dan ber rûyê xwe, bi gerandina guvendê li bendêne ku bikevin qadê.    DIRÛŞMEYÊN JI BO GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Girseya, her ku diçe qerebalix dibe, bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê li girtîgehan 115 rojin dewam dike, derket.    KAMPANYEYA ÎMZEYÊ YA ZIMAÊ KURDÎ   Platforma Zimanê Kurd û Tora Zimanê Kurdî, ji bo ku Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdê, di ketina qada Newrozê de, stantên kampanyeya îmzeyê danîne.    Ketina Parka Newrozê dest pê kir û ji çar aliyên bajar ve welatî diherikin qada Newrozê.