Coşa Newrozê ya dayikek û zarokên wê astengî nas nekir 2021-03-21 10:20:26   MELETÎ – Îkbal Yalçin û zarokên xwe yên 11 û 12 salî ku duh ji ber rengên xwe yên kesk, sor û zer li qada Newrozê ya Meletiyê hatin binçavkirin, piştî berdana xwe li hewşa mala xwe bi agirê ku pêxistin Newrozê pîroz kirin.   Îkbal Yalçinkaya (43) ku li navçeya navendî Batalgazî ya Meletiyê dijî û bi malbata xwe re debara xwe bi cotkariyê dike, ji zarokatiya xwe ve tevlî hemû pîrozbahiyên Newrozê bûye û bi gotina wê jineke “Hezkiriya Newrozê” ye. Yalçinkaya, vê hezkirina xwe bi nav danîna Newroz a li golika wan a ku beriya du rojan bûye berdewam kiriye. Ji ber pandemiyê sala borî Newrozê li hewşa mala xwe pîroz kiriye, lê îsal ji beriya çend hefteyan ve amadekariyên Newrozê kiriye.    BI SAETAN NEHATIN BERDAN   Piştî van amadekariyên xwe duh dema ku Yalçinkaya, bi keça xwe Med (12) û kurê xwe Rohat (11) re çû qada Newrozê ya Meletiyê, ji ber şala bi rengên kesk, sor û zer a bi wan re hat binçavkirin. Yalçinkaya û her dû zarokên xwe piştî ku bi qasî saetekî li qada Newrozê ji aliyê polisan ve hatin desteserkirin, pişt re hatin binçavkirin. Piştî ku 3 saetan li Miduriyeta Polisan a Meletiyê hatin ragirtin hatin berdan.     DÎSA LI MAL PÎROZ KIRIN    Ji ber vê astengiya polisan Yalçinkaya û zarokên xwe mîna para dîsa li hewşa mala xwe agir dadan û Newroza xwe pîroz kirin. Yalçinkaya û zarokên xwe bi ser agir de qewaz dan û serboriya xwe ya duh ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin. Yalçinkaya, diyar kir ku ji bo pîrozkirina Newrozê bi çoş û kêfeke mezin ji mal derketine, lê ji ber şala bi rengê kesk, sor û zer a li serê keça wê, polisan wan dane sekinandin û nehiştine bikevin qada Newrozê.   WÊ ZAROKAN 12 SALÎ ÎFADE BIDE DOZGER   Ylaçinkaya, da zanîn ku polisan bi qasî saetekê lê têketina qadê dane rawestandin û têkîldarî binçavkirina wan ev tişt gotin: “Piştre me birin TEM’ê. Ji bo îfadegirtinê min kirine odeyekê. Dema ku îfadeyên min girtin, bi hinceta av vexwarinê çûm odeya zarokên min lê. Min dît ku pirsa ji zarokên min dikin. Ji ber ku destûr ji min negirtibûn min bertek nîşanî wan da. Ji keça min pirsîne ku şalê li kur kiriye. Li ser şalê tu remz nînin. Tenê ji ber rengên wê yên kesk, sor û zer me girtin. Piştî 2 saetan me birin şaxa zarokan. Li gel ku keça min 12 salî derbarê wê de jî dosya amade kirin. Ragihandin ku wê ji ber ber rengan biçe îfade bide dozger. Heke zarokek 12 salî biçe dozgeriyê tiştekî ku ji vê dewletê re bibêjim tuneye.”    ‘EM Ê SALEKE DIN JÎ BI RENGÊN XWE TEVLÎ NEWROZÊ BIBIN’   Di berdewamê de Yalçinkaya, destnîşan kir ku dema ku li TEM’ê bûne zarokê wê tirsiyane û timik pirsa ku wê çi ji wan bikin kirine û ev tişt anîn ziman: “Min jî wan aş dikir. Newrozê li me kirine şehr. Me her sal li qadên Newrozê cih digirt lê me îsal Newrozê li miduriyeta polisan derbas kir. Em ji coşa Newrozê bûn. Em tenê ji ber rengan hatin binçavkirin. Hewl didin mirovan bitepisînin, lê em ê dîsa li qadan bin. Em têk naçin û sala bê em bi coşeke mezin dîsa bi rengên xwe tevlî Newrozê bibin. Ji ber rengan heman tiştî dikin bila bikin.”   ‘ÇAVÊ POLISAN LI SER MIN BÛ’   Med a 12 salî ku ji ber şala li serê wê malbata wê hat binçavkirin jî derbarê serboriya wan de wiha axivî: “Dema em ketin qadê çavê polisan li ser min bû. Hesteke pir xerab hebû. Me dan sekinandin û gotin ku wê gazê ekîbê bikin. Wê demê ez gelek tirsiyam. Dema ku dayika min ji bo îfadeyê ket hundir bêyî ku ji dayika min destûr bigirin min û birayê min kirin odeyekê û pirsan ji me kirin. Ji min pirsa ku min şalê li kur kiriye kirin. Min jî got, ‘Min ji jinên ku di 8’ê Adarê de belav kirine girtiye’. Timik navekî dixwestin. Dipirsîn ku min çima daye serê xwe, wateya wê çî ye? Û digotin, qedexe ye. Ji ber ku min Newrozê bi coş pîroz nekir xemgîn bûm.”   Rojhatê ku bi dayik û xwûça xwe re polisan ew bir TEM’ê jî ev tişt gotin: “Em çûn Newrozê lê me negirtin pîrozbahiyan. Min digot wê dayika min bigirin û gelek ditirsiyam.”    MA / Emrûllah Acar