HDP: Destûr nedan nimêj bike 2021-03-21 08:55:06   ENQERE - Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê der barê binçavkirina Parlamenterê HDP'ê Gergerlîoglu de daxuyaniyek parve kir û wiha got: “Dema Gergerlîoglu ji lavaboyê derket ji polîsan re got 'Ez nimêj bikim û cilê xwe biguherînim' Lê polîsan ew bi zorê binçav kirin. "    Piştî polîsan bi zorê Parlamenterê HDP'ê yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlîoglu li meclîsê binçav kirin, Partiya Demokratîk a  Gelan (HDP) bertek nîşanî vê yekê da. Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê der barê binçavkirina Parlamenterê HDP'ê Gergerlîoglu de daxuyaniyek parve kir û wiha got: “Parlamenterê me Omer Faruk Gergerlîoglu, dema li Meclîsê 'Nobeta Edaletê' digirt, polîsan serê sibê saet di 06:30'an de li meclîsê ew bi zorê binçav kirin. Dema Gergerlîoglu ji lavaboyê derket xwest nimêj bike û cilê xwe biguhere. Ji polîsan re got 'Ez nimêj bikim û cilê xwe biguherînim' Lê polîsan ew bi zorê binçav kirin.  Zêdeyî 100 polîs ketin hundir. Tevî îtîraza wekîlên me Huseyîn Kaçmaz û Fîlîz Kerestecîoglu, jî dîsa bi zorê Gergerlîoglu binçav kirin û destûr nedan ku nimêj bike û cilê xwe biguherîne."