95 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-03-20 21:27:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 95 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 21 hezar û 61 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 95 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 21 hezar û 61 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 29 hezar û 959 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 2 milyon û 992 hezar û 694.