Li Tûzlûçayirê Newroz hat pîrozkirin 2021-03-20 21:15:16   ENQERE - Li navçeya Tûzlûçayirê polîsan bi hinceta ku destûr nehatiye girtin pîrozbahî astengkirin. Piştî vê gel li avahiya HDP'ê ya navçeyê Newroz pîroz kir.    Pîrozbahiya Newroza Tûzlûçayirê bi hinceta ku destûr nehatiye girtin, nehat hiştin li Tûzlûçayir Gobegiyê bê pîrozkirin. Ji ber vê danezana ku dê di pîrozbahiyê de bihata xwendin li ber avahiya HDP'ê ya Mamakê hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pîrozbahî dê sibê saet di 13.00'an de li Parka Anitê bê lidarxistin û piştî daxuyaniyê li avahiya navçeyê govend hat gerandin û Newroz hat pîrozkirin.