Ji Newroza Çewlikê berteka girtinê: Hodrî meydan 2021-03-20 17:29:13   ÇEWLIK - Parlementer Huda Kaya, di Newroza Çewlikê de axivî, bertek nîşanî vekirina doza girtina HDP’ê da û wiha got: “Em bi kursiyên darvekirinê keniyane û ji zindana derketine. Çawa ku me duh zalim qebûl nekirin, sond dixwim ku em ê îro jî zaliman qebûl nekin.”   Bi hezaran welatiyan li ser Cadeya Hastane ya Taxa Sarayê ya Çewlikê Newroz bi dirûşmeya “Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser kevin”  pîroz kir. Li Qada Newrozê ya bi alên HDP’ê hat xemilandin ve pankarta “Newroz pîroz be” lê hat daliqandin. Di bernameya Newrozê ku bi rêzgirtinê dest pê kir de ewilî hunermend Pinar Aydinlar derket ser dikê û çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan li dijî tecrîda li Îmraliyê di roja 114’an de berdewam dike silav kir. Girseya ku bi stranên Aydinlarê bi coş bû dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî Serok Apo” , “Destên dirêjî HDP’ê bin bila bişikên” û “HDP gel e gel li vir e” berz kirin.   NÛNERÊN DEHAQAN   Pişt re Parlementerê HDP’ê Erdal Aydemîr bi gotina “Nêviyên Kawayê Hesinkar” girse silav kir û wiha axivî: “Dikarin HDP’ê bigirin, deriyê wê nifte bikin. Lê dikarin dil, rih û vîna 6 milyon mirovan nifte bikin. Em ê li dijî nûnerên Dehaqa yên roja me Recep Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî bi têkoşîna xwe wan bişînin sergoyê dîrokê. Bila şik û gumana kesê ji vê yekê nebe.”   ‘AKP VEGUHERIYA VÎRÛSÊ’   Pişt re Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya axivî û diyar kir ku li welat her roj bi “biryarnameyên darbeyê” , bi binçavkirin û operasyonan derbas dibin.    Kaya, destnîşan kir ku AKP vegeriyaye vîrûsa ku civakê nexweş bike û wiha got: “Berê gotina bê êhlakiyê hebû. Me digot qey hin xetên sor yên nebaşiyê hene lê bi desthilatiya AKP’ê me dît ku ne sînorê bê ehlakiyê heye ne jî yê nebaşiyê. Serdemeke nebaşî wisa bi organize qet nebûye. Di nav van hemû nebaşiyan de jî ez gelê me yê qad dagirtine silav dikim. Ez Îdrîs Balûken, jinên li Girtîgeha Kandirayê li ber xwe didin û Kemal Kûrkût silav dikim. Kemal li qadanin. Em ê qadan dagirin. Bi dehan mirovên me di girtîgehan de ne. Karîn qadan vala bikin? Na.”   ‘MECLÎS ŞAHIDINIYA BERXWEDANÊ DIKE’   Kaya, qala ‘Nobeta Edaletê’ ya li Meclîsê didome kir û wiha berdewam kir: “Hem li kolanan hem li Meclîsê berxwedan didome. Piştî ku parlementeriya Gergerlîoglû hat xistin. Cara ewil e Meclîs şahidiniya berxwedana edaletê dike.”   HODRÎ MEYDAN    Kaya, bertek nîşanî hedef girtina xwe ya medyaya alîgir da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibêjin em ê helawa Huda Kaya çekin. Gelê me yê hêja hûn jî şahid in, ez ji qada Çewlikê careke din bang dikim. Hodrî meydan. Bi zindanan, gefan, kuştinan, çekan û bi her rê tacîz dikin. Em li zindanan de girtin û bi îdamê darizandin. Em bi kursiyên darvekirinê keniyane û ji zindana derketine. Çawa ku me duh zalim qebûl nekirin sond dixwim ku em ê îro jî zaliman qebûl nekin. Em edaletê jî aştiyê jî binen vê xakê. Wê AKP’ê bi hemû gemariya xwe biçe ser sergoyê dîrokê.”   Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û bi stranên Azad Bedran govend hat gerandin. Piştî ku pîrozbahiya Newroze bi dawî bû, polîsan welatî careke din di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) derbas kirin.