Xelkê li Meydana Gundogdû bertek nîşan tecrîdê da 2021-03-20 17:11:32 ÎZMÎR - Li Meydana Gundogdû ya Îzmîrê li gel barîna baranê jî xelkê bi coş Newrozê pîroz kir û hêrsa xwe li dijî tecrîdkirina Ocalan û hewldana girtina HDP’ê nîşan da.    Li Meydana Gundogdû ya Îzmîrê bi hezaran tevî barîna baranê jî di pîrozbahiya Newrozê de li hev civiyan û Newroza xwe pîroz kirin. Bi hezaran kes bi reng û xemla xwe beşdar bû û her wiha nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û komeleyan tevli pîrozbahiyê bûn. Li qadê bênavber dirûşmên “Bijî HDP” û “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bêserok jiyan nabe” hatin berzkirin.    Li qadê tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, hewldana girtina HDP’ê, betalkirina parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’yî, betlakirina Peymana Stenbolê hat şermezarkirin û hêrsa li dijî tecrîd û hewldana girtina HDP’ê bilind bû.    Rêz hat girtin û pişt re ji aliyê Sarûhan Olûç û Serpîl Kemalbay ên HDP’yî û xelkê ve agirê Newrozê hat pêxistin.  Hevseroka HDP’a Îzmîrê Besriye Tekgur bertek nîşanî vekişîna ji Peymana Stenbolê da û destnîşan kir ku li dijî zilma Dehaqan berxwedana Kawayan heye.    Hevserokê HDP’a Îzmîrê Kadrî Baydûr jî anî ziman ku ew ê teqez bi ser bikevin kes nikare vîna gel bişkîne.    Hevberdevkê HDK’ê yê Îzmîrê Sabrî Gul jî axivî û got ew ê êrişên li ser dijî wan pûç bikin. GIRTIYAN SILAV KIR    Ji Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Nufusa Ataç jî axivî û newrozê li gel pîroz kir û daxwaza wan azadî û aştî ye û got ew girtiyan silav dikin.    ‘DERBE YÊN WE BIN, ÇIYA JÎ YÊN ME NE’    Endama Platforma Jin Bi Hev Re Bi Hêz in Ebrû Dînçel jî axivî û bertek nîşanî vekişîna ji Peymana Stenbolê da û got: “Derbe yên we ne û çiya yên me ne.”    ‘VAYE PARTÎ’    Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Cavît Ûgûr jî bertek nîşanî hewldana girtina HDP’ê da û got: “Vaye partî li vir e.”    ‘WÊ DÎKTATORÎ NEMÎNE’    Endama Rêveberiya KESK’ê Elîf Çuhadir jî anî ziman ku dibe avahî werin girtin lê wê dîktatorî nikaribe li pêşiya têkoşîna gel bisekine.    KEMALBAY: KES NIKARE GELAN TÊK BIBE    Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay jî bi kurdî û tirkî gel silav kir û Newroza xelkê pîroz kir û got kes nikare gelan têk bibe û kes nikare partiya gel HDP’ê bigire. Kemalbay diyar kir ku ew neçarin bibin deng û piştevanên çalakiya greva birçîbûnê û ew Newroza girtiyan pîroz dikin.    OLÛÇ: EW DEHAQ BIN EM JÎ KAWA NE    Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç jî destnîşan kir ku îro li gelek deverên Kurdistan û Tirkiyê daxwaz û hêrsa wan bilind dibe û got: “Heke ew Dehaq bin, em jî Kawa ne. Ev dijminê gelê kurd in. Li dijî her cûre êriş û pilanên wan em dizanin li ber xe bidin. Dibe hûn partiyê bigirin, lê hûnê 15 milyon însan çawa bigirin.”    Piştî axaftinan hunermend Arhat û Ayfer Duzdaş derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin û pişt re pîrozbahî bi dawî bû.