Bersiv dan doza girtina HDP’ê 2021-03-20 14:59:07 STENBOL - Li Qada Yenîkapi ya bi sedhezaran tije bû, agirê Newrozê hat pêxistin. Li qadê hirsa li dijî tecrîdê mezin bû û li dijî hewldana girtina HDP’ê ev peyam hat dayîn: “Qada Yenîkapiyê ji bo kesên dixwazin HDP’ê bigirin bersiva herî mezine.”   Li Stenbolê, pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Yenîkapiyê bi şîara “Emê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin” tê pîrozkirin, bi tevlîbûna bi sedhezaran dewam dike. Li qadê, hirsa li dijî tecrîdê her ku diçe mezin dibe. Hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Erdal Avci û Elîf Bûlût derketin ser dikê û xitabî gel kirin   JIN LI QADANE   Bûlût, bi gotina “Em gelin, gel li vê derêye” gel silav kir û ev peyam da: “Vîna tu kesî têrê nake ku HDP’ê bigirin. Hêza tu kesî têrê nake ku Peymana Stenbolê rabike. Ev gel îro li vê derê dengê xwe derdixîne. Heya em gihan roja îro me gelek berdêl dan. Rêhevalên me yên bedel didin hene. Em deyndarê wane.”    Piştî axaftina Bûlût, ji qadê dirûşmeya “Bê serok jiyan nabe” nav û deng da.    PROJEYA AŞTIYÊ YA MEZIN   Hevserok Avci jî, Newroza girseyê pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ev qad li dijî kesên behsa hêza millî dikin û axa Mezopotamyayê veguherandine goristanê bersiva herî mezine. Vê qadê îro bersiva herî mezin da kesên dixwazin HDP’ê bigirin. Em di van şert û mercên zor û zehmet de ji vê derê peyamekê didin. Em daxwazên gelan tînin ziman.”   Avci, projeya aştî û jiyanê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye silav kir. Girseyê axaftina Avci bi berzkirina dirûşmeyan birî. Avci, piştî dirûşmeyan da zanîn ku Newroz avakirina vê projeyê ye.   AGIRÊ NEWROZÊ HAT PÊXISTIN   Piştî axaftina Bûlût û Avci, agirê Newrozê hat pêxistin. Li aliyê din, li cihên cuda jî agir hatin pêxistin.   KELEPÇEYÊN XWE ŞIKANDIN Û DERKETIN SER QADÊ    Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên di hepsa malê de kelepçekiribûn û keçepçeyên xwe şikandin û hatin Newrozê derketin ser dikê û gel silav kirin. Girseyê demek dirêj ji bo xwendkaran li çepikan xistin.   ONDER: ÇIREYA AŞTIYÊ NAYÊ VEMIRANDIN    Dûre endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder derket ser dikê û bi hezaran gel silav kir. Girseyê jî bi dirûşmeya “Kurdistan bi te serbilinde” bersiv da Onder. Onder li ser vê yekê, diyar kir ku di sala 2013’an de jî, ji ber heman dirûşmeyê hatibû cezakirin û wiha got: “Aştî tiştek wisane ku çi dema pêbikeve, tu hezar carî jî pif bikiyê wê ne vemire.”    PEYAMA DEMÎRTAŞ HAT XWENDIN   Piştre peyama Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê dimîne hat xwendin. Peyama Demîrtaş şandibû wihaye: “Hevalên min ên hêja, gelê me yê dildar! Êrişên li dijî partiya me û we yên dûrî aqilane dewam dikin. Ez we hemûyan bi rihê berxwedan û azadiya Newrozê silav dikim. Bi hêviya rojên azad, ez Newroza we pîroz dikin. Newroza we, cejna we pîroz be!”   Li ser navê Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) Seher Dûrsûn axivî û ev peyam da: “Em ê li dijî êriş û faşîzmê, bi hev re têbikoşin.”   DAYIKÊN AŞTIYÊ JI BO GREVA BIRÇÎBÛNÊ BANG KIRIN   Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên bi kincên xwe yên neteweyî derketin ser dikê jî, gel silav kirin û bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike. Li ser navê dayikan Dayika Aştiyê Bedîa Dûman, axivî û wiha got: “Li dijî tecrîda li Îmraliyê 114 rojin greva birçîbûnê dewam dike. Tekane daxwaza me aştî û edalete. Bila dayikên Kurd û Tirkan, gerîla û eskeran dest bidin hev û vê pirsgirêkê çareser bikin.”   BAŞ: EMÊ TESLÎM NEBIN   Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş jî, derket ser dikê, Newroza gel pîroz kir û got: “Emê tu carî teslîm nebin. Îro dixwazin HDP’ê bigirin. Hûn çi dikin bikin, hûnê nekarin me teslîm bigirin.”   Newroz bi coş dewam dike.