Gergerlîoglû wê ji Meclisê tevlî Newroza Kocaeliyê bibe 2021-03-20 14:02:35   KOCAELÎ – Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû ku parlamenteriya wî hat xistin û li meclisê dest bi çalakiya “Nobeta Edaletê” kir wê  ji meclisê tevlî newroza Kocaeliya ku li navçeya Gebzeyê bi beşdariya hezaran dest pê kir, bibe û xîtabî hilbijêrên xwe bike.     Newroza Kocaeliyê, li navçeya Gebzeyê li Bazara Semtê ya Girtî ya Mevlana bi beşdariya bi hezaran kesî dest pê kir. Ji milan ve welatî dikevin qada Newrozê. Polisan xwest ketina kesên kincên wan bi rengên kesk, sor û zer a qadê asteng bike. Lê piştî ku di navbera wan û Parlamentera HDP’ê Dilşat Cambaz Kaya de nîqaş derket welatî ketin qadê.    Li qada Newrozê pankarta “Gergerlîoglû parlamentere gel e, vîna me ye” hat daleqandin. Welatiyên ku ketin qada Newrozê bi deqeyan govend gernadin û timik dûrîşmên “Dest neda vîna min” û “Bijî berxwêdana zindanan” berz kirin.    Di pîrozbahiya ku bi axaftina hevserokên HDP’ê yên Gebze û Koaeliyê dest pê bike de wê Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû ku parlamenteriya wî hat xistin û li meclisê dest bi çalakiya “Nobeta Edaletê” kir jî wê  ji meclisê tevlî newrozê bibe û xîtabî hilbijêrên xwe bike.