Qada Yenîkapiyê tije bû: Faşîzm wê têk biçe û gel bi ser bikevin 2021-03-20 13:52:35 STENBOL - Bi sed hezaran kes qada Newrozê ya Yenîkapiya Stenbolê tije kir û li dijî tecrîdê û hewldana girtina HDP’ê hêrsa xwe anîn ziman û xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derketin. Di pîrozbahiyê de payama têkoşîna li dijî zextên îqtîdarê û têkbirina faşîzmê û serketina gelan derket pêş.    Pîrozbahiya Newroza Stenbolê bi beşdariya sed hezaran kes li Meydana Yenîkapiyê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de coşe û kelecanek mezin serwer e. Hêrsa bi sed hezaran kes kêliyek jî li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hewldana girtina HDP’ê kêm nebû.    Bi deh hezaran welatî di sê xalên lêgerînê de derbasî qadê bûn. Welatiyan bênavber dirûşm berz kirin û jin bi reng, xeml û tîliliyên xwe li qada Newrozê civiyan. Ciwanan sirûda Rojava û stranên kurdî gotin. Li her bi host qada Newrozê welatî li ber dengê erbane, stran û def û zirnê govendê digerînin.    XWEDÎ LI GIRTIYAN DERDIKEVIN    Bi sed hezaran welatî dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bêserok jiyan nabe” berz dikin û silavên xwe ji girtiyên di çalakiyên greva birçîbûnê de ne re dişînin. Her wiha girse bênavber dirûşmên dilsoziya bi HDP’ê re berz dikin û dengê dirûşma “Dest nede vîna min” xwedî li HDP’ê derdikevin.    Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin. Pişt re Komîteya Amadekar a Stenbolê derket ser dikê û gel silav kirin. Serokê Komîteya Amadekar Mûrat Kalmaz jî axaftinek kurt kir û Newroza pîroz kir.    ‘EM Ê TESLÎMÎ FAŞÎZMÊ NEBIN’    Zeynep Çelîk li ser navê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasî ya Stenbolê metna hevpar xwend û destnîşan kir ku ew ê rê nedin sextekaran û Newroza li gelan pîroz kir. Çelîk anî ziman ku ew ê teslîmî faşîzmê nebin û destûr nedin ev welat ber bi tariyê ve biçe. Çelîk peyama xurtkirin û bilindkirina têkoşînê da û got: “HDP ne bi tenê ye. Wê faşîzm têk biçe û gelên li ber xwe didin bi ser bikevin.”    Pîrozbahî bi hemû coşa xwe berdewam dike.