Amed wê agirê Newrozê sibê bi tevlêbûna milyonan geş bike 2021-03-20 13:25:59 AMED - Gelê Amedê dê sibê agirê Newroza dîrokî li Parka Newrozê bi tevlêbûna milyonan geş bike. Komîteya Amadekar a Newrozê diyar kir ku xebatên wan ên ji bo pîrozbahiya Newrozê temam bûne û ji Newroza dîrokî re amade ne. Komîteyê da zanîn ku gel dê bi milyonan qadan tijî bike.    Gelê Amedê dê sibê di 21'ê Adarê de li Parka Newrozê bi tevlêbûna milyonan cejna Newrozê pîroz bikin.  Gelê Amedê ji Newroza ku bi şîara "Em bi Agirê Newroz Li Ber Xwe Bidin Bi Ser Bikevin" li Parka  Newrozê ya Rezan bê pîrozkirin re amade ye. Pîrozbahiya Newroze dê sibê saet di 10.00’an de li Parka Newrozê dest pê bike. Komîteya Amadekar a Newrozê, li 17 navçeyên Amedê, bi tevlêbûna  rêveber û parlamenterên HDP'ê gel û gel ziyaret kirin. Komîteyê û rêveberên HDP'ê belavok li welatî û esnafan belav kirin û ji her kesî xwest tev li pirozbahiya Newrozê bibin. Komîteya Amadekar bernameya Newroza sibê aşkere kir. Îsal dê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Mithat Sancar, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Saliha Aydeniz û Keskin Bayindir, parlamenterên HDP'ê, nûnerên Komxebata Tifaqa Kurdistanî, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û nûnerên gelek partiyên siyasî amade bibin. Dê bi sedan rojnameger pîrozbahiya Newrozê bişopînin.    Li aliyekî Komiteya Amadekar xebatên Newrozê berdewam dikin, li aliyê din ziyaretan dikin. Xebatên li Qada Newrozê temam bûn. Polîsan hezar metre dûrî Parka Newrozê barîyer danîn. Bi hezaran polîs dê li dora qada Newrozê cih bigirin. Dîsa ji bo ketina qada Newrozê dê 4 derî bên vekirin. Gel dê ji deriyê Zumrut Kent, Peyas, Rezan bi giştî ji 4 deriyan têkevin qada Newrozê.      QEYÛM PANKART DAXISTIN   Qeyûmê tayinî şaredariyê hatiye kirin, çend saet beriya pîrozbahiya Newrozê hemû pankartên ku li kolanan hatine daliqandin bêyî hincet nîşan bide kom kirin. Komîteya Amadekar a Newrozê li avahiya HDP'ê ya Yenîşehîrê daxuyanî da û daxistina 250 pankaran şermezar kir. Li ser navê Komîteya Amedakar a Newrozê Îrfan Soner û endama  Komîteya Newrozê Zelal Bilgin daxuyanî da.    Zelal Bîlgîn, ewil Kemal Kurkut ê di Newroza 2017'an de ji aliyê polîsan ve hat kuştin bibîr anî û wiha got: "Her guleyek ku berdan bedena tazî ya Kurkut, di heman demê de berdane gel. Dereng nêzîk dê hesabê vê yekê bê dayîn."    GEL DÊ DAKEVE QADAN    Bîlgîn, da zanîn ku li ser destûrê pankart li kolanan vekirin û qeyûm bê destûr pankartên wan kom kirine. Zabitayên qeyûm ku vîna gel xezp kirine, dîsa bêyî hincet nîşan bidin nêzî 250 pankartên me daxistin.  Gel asteng dikin. Gelê me dê sibê Qada Newrozê tijî bike û bersîva vê yekê bidin."    Serokê Komîteya Amadekar Îrfan Somer jî bi Kurdî axivî û xwest her kes bi coş û ruhê Newrozê dakevin qadan û Newrozê pîroz bikin.