Gelê Çewlîgê diherike qada Newrozê 2021-03-20 12:19:45   ÇEWLÎK - Gelê Çewlîgê ji bo tev bi pîrozbahiya Newrozê bibe, ji serê sibê ve kom bi kom diherikin qada Newrozê.    Îro  li gelek navendan cejna Newroz tê pîrozkirin. Yek ji navendên ku Newroz lê tê pîrozkirin Çewlîg e. Li Çewlîgê bi hezaran welatî bi şîara “Em Bi Agirê Newrozê Li Ber Xwe Bidin û Bi Ser Bikevevin ji bo li Taxa Sarayê Cejna Newrozê pîroz bikin diherikin qada Newrozê. Girseya ku li Kolana Nexweşxaneyê kom bû, alên HDP'ê rakirin. Girseya ku li qada Newrozê kom bûn, li dora Agirê Newrozê govend gerandin. Li qada Newrozê alên HDP'ê rakirin û pankartên “Newroz Pîroz Be” vekirin. Girseya ku li qadê kom bûn li dora agir bi stranên Kurmancî û Kurmançkî (Dimilkî) govendê digerînin. Girse bê navber dirûşmeya "HDP gel e, gel li vir e" berz dikin.    Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya û Erdal Aydemîr dê axaftinan bikin û Hunermend Pinar Aydinlar û Azad Bedran dê stranan bistrênin.  Herîkîna gel a qada Newrozê didome.