Wekîlê SHP'î yê berê: HDP dê bêtir bi hêz bibe 2021-03-20 10:19:43   ENQERE - Parlamenterê SHP'ê yê berê Alî Îbrahim Tutu, xwest hêzên muxalif bibin yek û wiha got: “Li şûna HDP'ê bigirin, divê pirsgirêka Kurd bi rêbazên rast bê çareserkirin. Eger HDP'ê bigirin, dê HDP bêtir bi hêz bibe."    Piştî Meclîsa Tirkiyeyê wekîltiya Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu betal kir, Gergerlîolglu li dijî vê yekê li meclîsê dest bi “Nobeta Edaletê kir. Çalakiya Gergerlîoglu di roja 4’an de berdewam dike. Roja ku wekîltiya Gergerlîoglu betal kirin, der barê HDP’ê de doza girtinê vekirin. Piştî der barê HDP'ê de doza girtinê hat vekirin, piştevaniya ji bo  HDP'ê zêde bû. "Nometa Edaletê" ya  HDP'ê li Meclîsê berdewam dike. Gelek kesên xwedî nasnameyên cuda diçin Nobetê ziyaret dikin û piştgiriyê didin HDP û wekîlên HDP'ê. Yek ji van kesên ku Nobeta Edaletê ziyaret kir, Parlanenterê Partiya Gelperwer a Sosyaldemokrat (SHP) yê serdema 19’emîn yê Erzînganê Alî Îbrahim Tutu bû. Tutu, li Meclîsê HDP ziyaret kir û piştgirî da HDP'ê. Tutu, piştî ziyaretê ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re axivî.    BIRYAR SIYASÎ NE   Wekîlê SHP'ê yê berê Alî Îbrahim Tutu, anî ziman ku daxwaza girtina HDP'ê û betalkirina wekîltiya Omer Faruk Gergerlîoglu, li dijî hiqûq ye û biryarên siyasî ne. Tutu, destnîşan kir ku xistina wekîltiya Gergerlîoglu “facîa” ye û wiha got: "Daxwaza girtina HDP’ê li dijî hemû pîvanên hiqûqê ye. Girtina HDP’ê tu fêdeyê nade Tirkiyeyê. Dijberî vê yekê dê bibe sedem ku HDP bêtir xurt û bi hêz bibe. Dê bêtir zerarê bite Tirkiyeyê. Niha pirsgirêka Kurd a li benda çareseriyê heye. Bi girtina HDP’ê û xistina wekîlan ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Ev zerarê dide hemû mirovên li Tirkiyeyê."      Tutu, anî ziman ku HDP'ê di hilbijartinan de li Tirkiyeyê 6 milyon deng girtine û wiha berdewam kir: "HDP 37emîn partiya mezin a Tirkiyeyê ye. HDP têkoşînek pir girîng dide. Rast nêzî çareseriya pirsgirêkan dibe. Bi înkara nasnameya Kurdan, nasnameya Elevi- Kizilbaşan pirsgirêk nayê çareserkirin.    'DIVÊ BI RÊBAZÊN RAST PIRSGIRÊKA KURD BÊ ÇARESERKIRIN    Tutu, destnîşan kir ku ne pêkan e HDP bê girtin û wiha got: “Li şûna  HDP’ê bigirin divê bi rêbazên rast pirsgirêka Kurd çarser bikin.  Divê bi rêbazên rast û demokratîk li Meclîsê pirsgirêkê çareser bikin. Îro ji HEP’ê heta DTP’ê 8 partî hatin girtin. Van girtinan pirsgirêk çareser nekir. Einstain dibêje ‘Kesek tiştekî biceribine û encamê negire divê dîsa dubare neke. Eger ku dîsa dubare bike ehmeqî ye.' Lê îro AKP û MHP vê yekê dubare dikin."    DIVÊ HÊZÊN MUXALÎF BIBIN YEK'    Tutu, herî dawî ji hemû hêz û partiyên muxalif xwest ku li dijî van polîtîkayan bibin yek û wiha got: "Divê HDP ji meclîsê neyê derxistin. HDP partiyek legal û li gorî Destûra Bingehîn hatiye avakirin. Divê hemû hêzên muxalif û partiyên muxalif bibin yek      MA / Dîren Yurtsever