Piştî girtina xwe bi 3 rojan hat angaştkirin ku intihar kiriye 2021-03-20 09:29:16   COLEMÊRG – Li Colemêrgê Macît Demîr ku beriya 3 rojan hat girtin û hat angaştkirin ku întihar kiriye, jiyana xwe ji dest da.   Li Colemêrgê, welatiyê bi navê Macît Demîr (35) ku beriya 3 rojan hat girtin û duh di saetên nîvro de hat angaştkirin ku li Girtîgeha Colemêrgê întihar kiriye, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Demîr ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Hat hînbûn ku wê cenazeye Demîr piştî karên otopsiyê li navçeya Geverê ya Colemêrgê bê veşartin.    Hat hînbûn ku Demîr, beriya bi şertê “kontrola edlî” hatiye berdan û ji ber ku neçûye îmzeyê derbarê wî de biryara girtinê hatiye dayîn û beriya 3 rojan hatiye girtin.