Li Mêrsînê 14 kes hatin binçavkirin 2021-03-19 20:27:03   MERSÎN - Li Mêrsînê di avêtina ser malan de 14 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de, cendirmeyan li navçeya Akdenîz, Toroslar, Yenîşehîr, Tarsûs û Sîlîfkeyê de avaêt ser gelek malan. Di avêtina ser malan de 14 kesên ku navên wan nehat hînbûn hatin binçavkirin.   Nehat hînbûn ku bê her 14 kes ji ber çi hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin li Fermandariya Cendirmeyan a Mêrsînê ne.