87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-03-19 20:23:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 21 hezar û 30 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 87 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 21 hezar û 30 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 29 hezar û 864 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 2 milyon û 971 hezar û 633.