Îmamoglû: Vekirina doza girtina HDP’ê li dijî demokrasiyê ye 2021-03-19 12:31:06   ENQERE - Serokê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû yê li Hevseroka Giştî ya HDP’ê geriya û cejna wê Newrozê pîroz kir, da zanîn ku vekirina doza girtina partiyê li dijî demokrasiyê ye.   Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglû, bi telefonê li Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan geriya. Îmamoglû, di hevdîtina kir de ewil Cejna Newrozê li Bûldan pîroz kir.    Îmamoglû, ji bo vekirina doza girtina HDP û betalkirina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglû, nirxandina li dijî demokrasiyê ye kir û da zanîn ku ew ê kevirên avakirina demokrasiyê bi hevre lêbikin.     Buldan jî, Cejna Newrozê ya Îmamoglû pîroz kir û ji bo cezayê li Îmamgolû hatibû birin jî, hestên xwe yên piştevaniyê anî ziman.