3 partiyên li Başûr ji bo HDP’ê bang kirin 2021-03-19 12:04:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Lijneya Karê Hevbeş a Çepa Kurdistanê ku ji 3 partiyan pêk tê, bi daxuyaniyekê ragihand ku armanca girtina HDP’ê siyasiye, divê civaka navneteweyî û azadîxwazên li Tirkiyeyê pêşî li vê pêngavê bigrin.   Lijneya Karê Hevbeş a Çepa Kurdistan ku ji 3 partiyên Hizba Komunîst a Kurdistanê, Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistan û Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê pêk tê, têkildarî vekirina doza  girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), daxuyaniyek nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê de, hat gotin ku Tirkiye ji bo girtina HDP’ê bi vekirina dozê pêngavek dijwar û berfireh li dijî endam, alîgir û parlamenterên HDP’ê daye dest pê kirin. Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku HDP partiyek siyasiye, bi awayekê sivîlî, demokrasî û yasayî xebata xwe dimeşîne û nûnertiya azadîxwazên li Tirkiyeyê dike.   Di dawiya daxuyaniyê de, partiyên ev bang kirin: “HDP nûnertiya azadîxwazin û daxwazên rewa ya gelê me li Bakurê Kurdistanê dike. Ev biryara Hikumeta Tirk ya hemberî HDP’ê, biryarek siyasî ya partiya desthilate. Dixwaze bi vê biryarê xebata HDP’ê ya di parlamentoyê de asteng bike. Girtina HDP’ê, xizmeta demorkasî û çareserkiriya doza gelê Kurd ya li Tirkiyeyê nake. Ji bov ê em bang li civaka navnetewî û demokratên li Tirkiyeyê dikin, rê li ber vê pêngava ne demokratîk bigrin.”