Li Stenbolê rêveberên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin 2021-03-19 10:44:39 STENBOL - Li Stenbolê hevserokên rêxistinên navçeyan ên HDP’ê û endamê MYK’a DBP’ê jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku derbarê 15 kesan de biryara binçavkirinê heye.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsînek da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de duh bi şev polîsan li navçeyên Stenbolê operasyonên hemwext li dar xistin û bi sar malan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Kagithaneyê Ayhan Yildiz û Behiye Demîr, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Beşîktaşê Remziye Bor, Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Fatmanur Gunbeyî, Sermîn Danişman Turgay, endamên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Esenyûrtê Hatîce Yildiz, Baran Sumbul û Endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Eşref Yaşar binçav kirin.    Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û hat zanîn ku herî kêm derbarê 15 kesan biryara binçavkirinê heye. Binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê.