Ji bo Newroza Îskenderûnê destûr hat dayîn 2021-03-19 09:13:09 HATAY - Ji bo Newroza Îskenderûnê ya di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin, destûr hat dayîn. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îskenderûnê, ji bo ku di 21’ê Adarê de Newrozê pîroz bike, serî li qeymeqamtiyê da bû. Serlêdana HDP’ê ya  ji bo pîrozkirina Newrozê hat qebûlkirin. Newroza wê li Taxa Yildirimtepe di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin. Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan wê beşdarî pîrozbahiyê bibe û hunermend Baran Bozyel dê derkeve ser dikê û starên xwe bêje.