Rewşa girtiyê nexweş ê 70 salî giran dibe 2021-03-19 09:00:47 ŞIRNEX - Rewşa girtiyê nexweş Necmettîn Ormanli yê 70 salî giran dibe. Hevsera wî Nahîde Ormanli got: "Heger cenazeyê wî ji girtîgehê derkeve, ê kî hesabê vê bide?"  Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehê 604 giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyan jî Necmettîn Ormanli yê 70 salî ye. Rewşa girtiyê nexweş Ormanli her diçe xirabtir dibe.    Ormanli, di sala 2018'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 6 sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn. Niha di Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê de ye.    Hevjîna wî Nahîde Ormanli, destnîşan kir ku ew naxwazin cenazeyê hevjînê wê ji girtîgehê derkeve û xwest tavilê bê berdan.    'Ê KÎ HESAB BIDE?'   Nahîde Ormanli, anî ziman ku tu sûcekî hevjînê wê tune ye û got: "Tu sucê hevserê min tune ye. Ev 4 sal in bêsedem tê girtin. Bêsedem hate girtin û nexweş e. Diçû gund heta êvarî li ber tavê fêkî û zebze av didan. Nikare di şert û mercên girtîgehê de bijî. Lingê wî seqet e. Nexweşiya tansîyon, bronşîtê lê peyda bûye. Nexweşiyê wî pir hene û kal e. Heqê wî ne girtîgeh e. Qet nebe bila cezayê hepsa malê lê bibiriyana da ku li mala xwe bûna. Ev nexweşiya koronayê jî heye. Mirovekî 70 salî wê çawa di girtîgehê de jiyana xwe bidomîne? Heger cenazeyê wî ji girtîgehê derkeve wê kî hesaba vê bide? Bila nebin sedemê mirina wî. Ma çi kiriye? Ma ne guneh e, mirov kesekî 70 salî bigire?"   Ormanli, da zanîn ku rewşa hevserê wê her ku diçe giran dibe û xwest tavilê bê berdan û got: "Di hevdîtinên heftane de dibêje, ez nikarim di girtîgehê de bimînim. Wî nabin nexweşxaneyê. Her cara ku wî dibin jî wî dixin hucreyê. Ev jî dibe sedema giranbûna nexweşiyê. Hevalên wî gişt niha di greva birçîbûnê de ne. Ew jî dixwaze bikeve greva birçîbûnê, lê ji ber ku nexweş e nikare bikevê. Ji ber ku binpêkirina mafan pir zêde ne ew jî naxwaze li hemberî vê yekê bêdeng bimîne. Çi zirara van mirovan gihiştiye wan? Yan jî mirovekî 70 salî wê zirareke çawa bide dewletê? Divê bê berdan. Di girtîgehê de ava wan tune ye. Ava wan li ser wan tê qut kirin. Carna ava wan tune ye ku serê xwe bişon. Di van şertan de ev mirov ê çawa karibin jiyana xwe berdewam bikin? Tu sucê Necmettîn tune bû. Li malê rûdinişt û heta êvarî nimêj dikir. Bêbextî lê kirin û hat girtin. Kesên ku ev mirov avêtiye girtîgehê, wê bihûştê bi çavê xwe nebîne. Çimkî tu sucê vî mirovî tune ye. Piştî ku ketiye girtîgehê, pora wî hemû hilweşiya. Nexweşiya wî giran dibe. Piştî ku kete girtîgehê nexweşî lê peyda bûn û bedena wî nikare vê nexweşiyê rake. Em daxwaz dikin ku bi lez û bez bê berdan. Em dixwazin ku hemû girtiyên nexweş bên berdan. "