ROJEVA 19'Ê ADARA 2021'AN 2021-03-19 09:00:34   * Xebatkarên Şaredariya Tetwanê ku bi KHK'ê hatibûn îxrackirin, ji bo vegerin ser karê xwe serî li AYM'ê dabûn û AYM'ê jî biryara "binpêkirina mafan" dabû. Piştî vê biryarê dadgeha herêmê biryar da ku karker vegerin ser karê xwe.    * Rewşa girtiyê nexweş Necmettîn Ormanli yê 70 salî giran dibe. Hevsera wî Nahîde Ormanli got: "Heger cenazeyê wî ji girtîgehê derkeve, ê kî hesabê vê bide?"    * Şefîka Bîlîcî ku 11 salan Newrozê li girtîgehê pîroz kiriye got: "Dîwarên betonî û têl bi agirê Newrozê de winda dibûn. Ruhê berxwedanê, girtîbûna tê ferzkirin têk dişikand û bi ser diket."    * MEB'ê di pirtûka danasînê ya bi navê "Bajarê Me Amed" de, peyvek jî behsa kurdan û kurdî nekiriye. Tişta balkêş jî zimanê bajêr şibandiye tirkiye Bakuya Azerbêcanê.    * Waniyan nerazîbûna xwe ya ji bo doza derbarê girtina HDP'ê de anîn ziman û gotin: "HDP, ne partî ye, bîrdozî ye. Ev rastî nayê tunekirin. Girtina partiyekê, bi qasî derbeyê xirab e."    * Jinan ji bo Newroza amedê bang kirin: "Em bi ruhê Zekiyeyan dakevin qadan û li dijî tecrîd û tahdey ji bo azadiyê biqîrin."    * Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Omer Farûk Karahan ku hatibû revandin, diyar kir ku sîxurtî lê hatiye ferzkirin û Endamê Meclîsa Ciwanan Selamî Erkîz jî anî ziman ku kesên wî revandine berê çekê dane wî û lêxistine.    * Nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 11'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * Li gelek bajaran wê amadekariyên pîrozbahiya Newrozê berdewam bikin. (10.00-19.00)   * 10’emîn danişîna doza Komkujiya Gara Enqerê ya di 10’ê Cotmeha 2015’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat wê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê dîtin. (10.00)   * Koma Tifaka Kurdistanî, bi beşdarbûna Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, wê têkildarî biryara girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ber buroya şêwirmendiyê ya DBP’ê daxuyanî bide çapemeniyê. (11.00)   * Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, wê derbarê êrişên li dijî partiya xwe de, li avahiya Navenda Giştî civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Li avahiya Nûnertiya HDP’ê ya Giresûnê, wê derbarê pîrozbahiyên Newrozê de civîna çapemeniyê bê lidarxistin. (12.00)   * Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Antalyayê, têkildarî betalkirina wekîltiya Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû û doza girtina derbarê HDP’ê, wê li Qada Attalos daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)    * Nûçegihanê DÎHA’yê Volkan Eryîgît ê li Edenê di hilbijartina herîmî ya sala 2004’an de, di dema şopandina nûçeyê de qeza derbas kir û jiyana xwe ji dest da bû, wê li ser gora xwe bê bibîranîn. (14.00)   * 7’emîn Danişînî Hevşaredara Navçeya Geverê Remziye Yaşar a girtiye, wê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bê  dîtin. (14.00)