Parêzer: Em îro li Gebzeyê hatin kuştin 2021-03-18 15:26:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzeran kuştina hempîşeyê xwe yê prz. Ersin Arslan ku di êrîşa çekdarî de hat kuştin şermezar kir û gotin: "Em îro li Gebze hatin kuştin, Ji bo em kuştinê şermezar bikin em ê sibê beşdarî danişan nebin.    Parêrezeran li Stenbol, Îzmir û Wanê kuştina parêzer Ersin Arslan ê li Gebzeyê di êrîşa çekdarî de hatibû kuştin daxuyanî dan û kuştina Arslan şermezar kirin.    STENBOL    Parêzerên Baroya Stenbolê li pêş Edliyeya Stenbolê kom bûn û daxuyanî dan. Parêzeran kuştina Ersin Arslan şermezar kirin. Parêzer û endama Komeleya Hiqûqvanên Ji bo Demokrasiyê (DİH) Yildiz Îmrek, anîn ziman ku ew li cem parastinê ne û wiha got: "Em li dijî hemû êrîşan pir bi hêrs in. Em ê sibê danişînê şermezar bikin. Çalakiyên me dê bidomin."    Seroka Şaxa Komeleya Hiqûqvanên Hemdem (ÇHD) ya Stenbolê Prz. Çigdem Akbulut, jî anî ziman ku Prz. Ersin Arslan li Gebzeyê di 16'ê Adarê de di êrîşa çekdarî de hat kuştin û wiha got: "Dema hempîşeyê me erka xwe pêk dianî hat kuştin. Êrîşa li dijî hempîşeyê me di heman demê de li dijî pîşeya me ye. Em li dijî êrîşa hempîşeyê xwe li vir in. Em ji bo parastina pîşeyên xwe têdikoşin. Parêzer dê li dijî hemû neheqiyê têbikoşin."      ÎZMÎR    Baroya  Îzmirê jî bi heman armancê kuştina Ersin Arslan şermezar kir. Baroya Îzmîrê li pêş Dadgeha Îdarî ya Herêmê daxuyanî dan û pankarta "Em ê heta kengî bên kuştin" ku wêneyê Prz. Arslan li ser hebû rakirin. Serokê Baroya Îzmirê Ozkan Yucel daxuyanî da û got: "Îro jî mafê me yê jiyanê ji destê me hat girtin. Îro jî em li Gebzeyê hatin kuştin. Em ê heta dawî mudaxilê dozê bin."      WAN    Baroya Wanê jî bi heman armancê li pêş Edliyeya Wanê daxuyanî dan û kuştina Prz. Ersin Arslan şermezar kir. Gelek parêzer tev li daxuyaniyebûn. Parêzeran li ser cubbeleyên xwe nivîsa “Dest nedin parêzeran" û Wêneyê Arslan zeliqandin. Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar, anî ziman ku divê parêzer jî wekî dozger û dadgeran bên parastin. Uçar, anî zian ku ew dê sibê beşdarî danişînan nebin.