Îdeanameya girtina HDP'ê ji qeydên UYAP'ê pêk tên 2021-03-18 14:51:42   ENQERE - Îdeanameya der barê girtina HDP'ê de hatiye amadekirin ji qeydên UYAP'ê û daxuyaniyên çapemeniyê pêk tên. Dîsa cezayê girtîgehê yê li Parlamenterê HDP'ê Îbrahîm Ayhan  birîbûn xistin îdeanameyê.    Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahin, bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îdeaname amade kir û pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn kir. Îdeaname gihişt destê Dadgeha Destûra Bingehîn. (AYM). Dozger di îdeanameyê de hem xwest HDP bê girtin û hem jî xwest Hevserokên HDP'ê yên berê jî di navde der barê 687 kesan de heta 5 salan cezayê qedexeya siyasetê bê dayîn. Dozger di îdeanameyê de, der barê siyasetmedarên ku qedexeya siyasî ji bo wan xwest, agahî da ku ew kes di kijan beş û qada siyaseta partiyê de cih digire. Kesên ku di kongreya partiyan de cih û erka wan tê diyar kirin û teslîmî Serdozgeriya Komarê tê kirin, dîsa li lîsteya îdeanameyê zêde kirin. Serdozgeriyê der barê siyasetmedaran de agahiyên doz û darizandinên ku li wan hatine vekirin û daxuyaniyên ku dane çapemeniyê jî zêde kir û xist nava dosyayê.  Dozger der barê girtina HDP'ê de îdeanameya ji 609 rûpelan pêk tê amade kir û piştî rûpela çaran xebatên siyasetmedarên HDP’ê yên siyasî wekî sûc hatine dîtin. Di nava kesan de Hevserokê Giştî yê berê ku girtî tê darizandin Selahattin Demirtaş jî heye. Dozger bi giştî der barê 580 siyasetmedaran de axaftin û daxuyaniyê wan ên çapemeniyê kom kirine û li îdeanameyê zêde kirine. Dozger daxuyaniyên Hevserokan ên Selahattin Demirtaş, Pervin Buldan û Mithat Sancar ên li ser medya înternetê wekî nîşaneya tora organîk ya di navbera HDP û PKK'ê de pênase kir.    PARTIYÊN HATINE GIRTIN BIBÎR XISTIN   Serdozger di îdeanameyê de partiyên ku berê hatine girtin yên wekî HEP, OZDEP, DEP, HADEP, DEHAP û DTP'ê bibîr xist û dîsa agahiyên der barê avakirin û guhertina PKK’ê de jî li dosyayê zêde kir. Dozger çalakiyen şermezarkirina Kobanê jî wekî delîl nişan da. Nîşan da ku dê îdeanameya der barê 28 jê girtî 108 siyasetmedarên tên darizandin de jî li doszyayê zêde bike. Daxuyaniyên ku rêveberên HDP'ê li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê dan jî wekî delîl nîşan dan. Dozger dîsa cih da îdeaya ku Parlamentera HDP'ê Dilan Dirayet a çûye Garê. Lê Taşdemir  daxuyanî dabû û ev îdea red kiribû.    DOZA ÎBRAHÎM AYHAN JÎ LI DOSYAYÊ ZÊDE KIRIN   Dozger der barê parlamenterê HDP’ê Îbrahim Ayhan ê jiyana xwe ji desk daye jî bi îdeaya di 17'ê tebaxa 2016'an  de “propaganda rêxistinê kiriye" û 1 sal û 3 meh ceza xwariye jî wekî delila sûc nîşan da.  Dozger di îdeanameyê de xwest HDP bê girtin HDP ji melû alîkariya xazînê mahrûm bê hiştin. Dîsa xwest qeydên endamtiya HDP'ê bên rawestandin.