Li Şirnexê starta Newrozê li ser banê avahiya HDP’ê hat dayîn 2021-03-18 13:20:37   ŞIRNEX - Komîteya Amadekar a Newroza Şirnexê, ji ber astenkirina polisan starta Newrozê li ser banê avahiya HDP’ê bi pêxistina agir û gerandina govendê da.    Komîteya Amadekar a Newroza Şirnexê, xwest tekildarî Newroza ku dê bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” bê pîrozkirin li ber avahiya HDP'ê daxuyanî bide. Lê polîsan destûr neda daxuyaniyê. Li ser vê Komîteya Amadekar a Newrozê, li ser baniyê avahiya HDP'ê agirê newrozê pêxist û daxuyanî da. Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Nûran Îmîr, Hasan Ozgûneş û rêveberên HDP'ê tevlî daxuyaniyê bûn. Jin bi kiras û fîstanên xwe tevlî daxuyaniyê bûn.    'DIVÊ GAVÊN ŞENBER BÊN AVÊTIN'    Hevseroka Komîteya Amadekar a Newroza Şirnexê Sabûha Akdag, daxuyanî da û diyar kir ku li welat daxwaziya aşitiyê vîn û cesaret dixwaze û wiha axivi: “Ji bo aşitiyê têkoşîn dayîn bedel dixwaze. Heger em bixwazin aşitiyeke mayînde pêk binîn navnîşana vê gel û civak bixwe ye. Pêwîste ku îktîdar û hêzên demokrasiyê ji bo aşitiyeke mayîn de plansaziyek bidin pêşiya xwe. Heger bixwazin ku çek bên bêdengkirin divê gavên şenber bên avêtin.”    BANGAWAZΠ   Akdag, di berdewamê de gelê Şirnexê vexwend pîrozbahiya Newrozê û wiha got:" Em bi coş û kelecan amadekariyên Newrozê dikin. Newroz bi hêviyê re hevdîtin e. Li dijî vê bêmafî û zilmê baweriya berxwedanê ye. Em Newrozê baş dizanin, çimkî em gelê newrozê ne. Newroz riya ku ber bi demokrasi û edeletê ve diçe ronî dike. Em ê newrozê di 21'ê Adarê de li ber otela Şehrînuh pîroz bikin. Em hemû gelê xwe, sazî û dezgehên demokratîk vedixwînin pîrozbahiya newrozê. Newroz pîroz be."    Piştî daxuyaniyê bi dirûşmeyên "Bijî newroz" li dora agir govend hat gerandin.     MÊRDÎN    Li aliyê din Komîteya Amedekar a Newroza Qoserê ku wê di 21'ê Adarê de li Qada Otogarê bê pîrozkirin jî li avahiya HDP'ê ya Qoserê daxuyaniyek da. Endamê Komîteya Amedekar Kadîr Işik, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku Newroz cejna gelan e û mizginiya aştiyê ye. Herî dawî Işik gelê Qoserê vexwendin Newrozê.    WAN    Li Wanê jî amadekariyên Newroza ku dê di 21'ê Adarê de bê pîrzokirin didomin. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî û rêveberên BDP'ê jî di nav komek partiyî, li gel baranî berfê jî li navçeya Ebexê bi gel re hatin gel hev. Beriya serdanê li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê betalkirina parlamenteriya Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû û vekirina doza girtina HDP'ê hat şermezarkirin.    'WÊ DI NEWROZÊ DE BERSIV BÊ DAYÎN'   Parlamenterê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku tiştên pêk tên faşîzm e û wiha got: "Wê li qadên Newrozê bersiva vê bê dayîn. Desthilat hewl dide bi polîtîkayên şer û tundiyê hebûna xwe bidomîne. Desthilata AKP'ê di hêla siyasî de têk çûye. Ji ber vê têkçûna xwe zext û tundiyê li gel dike û dixwaze xwe xelas bike. Ev ne pêkan e. Bi xistina parlamenteriya Gergerlîoglû sûc hatiye kirin. Ev tiştekî şerm e. Daraza ku bi fermana desthilatê tevdigere, bi zexta hevparê biçûk ê desthilatê vê biryarê girt. HDP fikreke û bi gel mezin û bi hêz bûye. Hûn nikarin li ber vê fikrê rabin. Bi êrişkirina we re em mezin dibin. Îrao roja mezinkirina têkoşîna bi hev re ye."   Piştî daxuyaniyê partiyî li esnafên navçeyê geriyan û wan vexwendin Newrozê.