Derbarê 687 HDP’iyan de qedexeya siyasî bo 5 salan hat xwestin 2021-03-18 13:04:42   ENQERE - Di îdianameya derbarê doza girtina HDP’ê de hevserokên giştî yên niha û yên berê jî di nav de derbarê 687 kesan de hat xwestin 5 sal qedexeya siyasî li wan were sepandin.   Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn derbarê girtina HDP’ê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Bi rêya çapemeniyê hûrguliyên derbarê îdianameyê de hatin belavkirin.    Di îdianameyê de Hevserokên Giştî yên niha û yên berê jî di nav de derbarê 687 kesan de hat xwestin bo dema 5 salan qedexeya siyasî were sepandin. Navê ji van hin siyasetvanên qedexeya siyasî ji wan re hat xwestin ev in: Pervîn Bûldan û Mîthat Sîncar, Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Meral Daniş Beştaş, Sezaî Temellî, Ahmet Turk, Leyla Zana, Ayhan Bîlgen, Selma Irmak, Sebahat Tuncel, Nûrsel Aydogan, Ertûgrûl Kurkçu, Sirri Sureyya Onder.    Di îdianameyê de hat xwestin ku alîkariya xazîneya ji bo HDP’ê tê razandin bi temamî were qûtkirin. Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku ji bo tevahiya nedabeşkirî ya Tirkiyê, aramiya civakê û ewlehiyê girtina HDP’ê girtinek hiqûqî ya neçarî ye û wiha hat gotin: “Partiya dozlêkirî di tu meseleyek millî de li cem Tirkiyê cih negirtiye, li dijî wan kî hebe di refa wan de cîhnegirtin tercîh kiriye.”