Ji AYM’ê derbarê 9 HDP’iyan de biryara ‘binpêkirina maf’ 2021-03-18 11:52:03   ENQERE – AYM’ê derbarê 9 HDP’iyan de biryara binpêkirina maf da û biryar da ku cuda cuda 40 hezar TL tazmînat ji HDP’iyan re bê razandin.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), derbarê 9 endam û rêveberên HDP’ê de biryara “binpêkirina maf” da. Hevserokê HDP’ê yê Şîşliyê Mûtlû Ozturk û endamên partiyê Aydin Saliş, Huseyîn Fîdanboy, Mehmet Emîn Elma, Alî Edebalî, Muslum Kiliç, Necla Yildiz, Songul Çelîk û Şefa Alar, bi hinceta ku di salvegera damezrandina partiya xwe de daxuyanî dane û li dijî êrişa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê derketine bi angaşta “propaganda rêxistinê” û “muxalefeta li dijî qanûna meşe” hatibûn binçavkirin û girtin. AYM’ê derbarê her neh kesan de jî ku piştî girtina xwe ya 5 mehan hatibûn berdan de biryara “binpêkirina maf” û razandina tazmînatê da. Wê tazmînat cuda cuda ji her HDP’iyek re 40 hezar TL bê razandin.