Kelek noqî avê bû: 2 ciwan winda bûn 2021-03-18 11:41:28   RIHA - Li navçeya Sêwregê di encama keleka ku noqî gola avê bû 2 ciwan fetisîn.    Li gundê Soydan a navçeya Sêwrega Rihayê keleka ku sê ciwan lê siwar bûn û di gola avdaniyê de derketin masî girtinê nokî avê bû. Mahmût Kengîş bi avjeniyê ji golê derket lê Ahmet Mîndeş (24) û Jiyan Kengîş (19) di golê de winda bûn. Ji bo ku dîtina ciwanan xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.