Polisan Hevserokê HDP’ê ya Aydinê Ozîş binçav kirin 2021-03-18 11:35:13   AYDIN – Polisan bi ser mala Hevserokê HDP’ê ya Aydinê Elvan Ozîş de girtin û ew binçav kirin.    Polisan, di sasetên serê sibehê de bi ser mala HevserokêHDP’ê ya Aydinê Elvan Ozîş a li navçeya Ortaklarê de girtin û deriyê mala wê şikandin. Polisan, piştî lêgerîna ku li malê pêkanîn Ozîş binçav kirin û bi xwe re birin Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polisan a Aydinê. Sedema binçavkirina Ozîş nehat hînbûn.