Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye 2021-03-18 10:10:49 ŞIRNEX - Komiteya Amadekar a Newroza Cizîrê gelê Botanê vexwendin pîrozbahiya Newrozê ya ku dê di 21’ê Adarê bê pîrozkirin.    Wê îsal bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser kevin” were pîrozkirin. Yek ji navendên ku dê 21'ê Adarê de Newroz lê were pîrozkirin jî navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye.  Newroza ku dê li qada taxa Banêxanê bê pîrozkirin serî li Qeymeqamiya Cizîrê dane ,lê qeymaqam hê bersiv nedaye serlêdanê. Komîteya Amadekar a Newrozê li navçeyê lez dayte xebatên amadekirina pîrozbahiyê.    Di pîrozbahiya Cizîrê de ku wê Parlementera HDP'ê ya Êlihê û Berdevka Jinên Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran tevli bibe, dê hunermend Koma Pel, Koma Awazên Botan, Merve Admiş derkevin ser dikê.    'WERIN EM BI HEV RE AGIRÊ NEWROZÊ GEŞ BIKIN'    Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê Gûler Tunç têkîldarî amadekariyên Newrozê axivî û diyar kir ku tevî zext û neheqiyên li ser wan jî wê li qada Newrozê agirê berxwedanê geş bikin û wiha got: "Em ê îsal li Botanê bi rihê serhildana newroza sala 1992'yan newroza xwe pîroz bikin. Bi vî rihî em ê agirê newrozê geş û bilind bikin. Ji îro pê de jî em ê xebatên xwe heta roja newrozê bidomînin. Me serlêdana xwe kiriye û em li benda bersiva fermî ne. Destûr bidin û nedin em ê xebatên xwe yên newrozê li her taxekî bikin. Em ê roja yekşemê biherikin qada newrozê. Em bang li hemû gelê Botanê dikin ku werin em bi hev re agirê newrozê geş bikin. Bijî newroz, bijî Cizîra Botan."    BANGA TEVLIBÛNÊ LI GELÊ BOTANÊ KIR   Hevseroka Komiteya Amedekar Zîlan Ecevît jî bal kişand li ser wate û giringiya Newrozê û ev bang li gelê Botanê kir: "Newroz berxwedana gelan e. Newroz di heman demê de serhildana hemû gelên bindest e. Par ji ber tendûristiya welat nebaş bû û pandemî hebû newroz nehat pîrozkirin. Lê îsal gel li benda pîrozbahiya Newrozê ye. Di her taxê de û qadên jiyanê de gel dixwaze agirê Newrozê pê bixe. Di Botanê de ji salên 90'î heta niha Newroz bi serhildaneke mezin tê pîrozkirin. Îsal em ê newrozê bi coşeke mezin pîroz bikin. Tevî hemû êriş û astengiyan jî em weke gelê Botanê newrozê bi coşeke mezin pîroz bikin. Em gelê Botanê vedixwînin qada Newrozê."    WÊ BALÊ BIKIŞÎNIN SER TECRÎDÊ    Ji Komiteya Amadekar û Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê Ûzeyîr Kiliç jî destnîşan kir ku ew ê îsal di pîrozbahiyên Newrozê de balê bikişînin tecrîda li girtîgehan û ew ê bi agirê Newrozê tecrîdê bişikînin.