Daxwaza ji bo edaletê veguheriye zemîneke têkoşîna civakî 2021-03-18 09:05:48 ÎZMÎR - Nûnerên partiyên siyasî yên li Îzmîrê anîn ziman ku kampanyaya "Destpêkê Edalet" a HDP'ê veguheriye daxwazeke civakî.  Kampanyaya "Destpêkê Edalet" a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Îzmîrê ji hêla gelek derdorên cuda ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin. Nûnerên partiyên siyasî yên li bajêr jî di naveroka kampanyayê, dema wê û lezgîniya wê de hevfikr in û destnîşan kirin divê her kes piştgiriya kampanyayê bike.    EDALET BENDEWARIYEKE CIVAKÎ YE    Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Mahfûz Guleryuz, destnîşan kir ku îqtidar dixwaze modeleke civakê ya bêbertek û bê muxalefet ava bike û got: "Berê behsa mexdûriyetên hin derdoran dihatin kirin. Niha jî tevahiya dînamîkên civakê nerihet in. Li girtîgehan binpkirinên mafan, tecrîd, qirkirina jinan, betalî, xizanî heye. Yanî em bi pêvajiyeke bêedaletiyê re rû bi rû ne. Lewma me navê 'edalet ji bo her kesî' lê kir. Ji lew re em ji bo her kesî doza edalet û wekheviyê dikin."    Guleryuz, diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de xwe gihandine gelek derdorên cuda û di dema serdanan de bi dîmeneke wehîm re rû bi rû mane û nerihetiyên hatine bilêvkirin jî dişibiyan hev du. Guleryuz got: "Di serî de fikara îş, aş, nên heye. Meseleyeke din jî azadiya meseleya azadiyê ye. Em bi awayekî aşkere vê yekê dibînin. Ev tespît êdî, tenê ne argumanên HDP'ê yên dema hilbijartinê ne. Ji lew re hilbijrên AKP'ê jî doza edalet, azadî û demokrasiyê dikin. Em dibînin ku êdî daxwaz bûne daxwazine hevpar."    Guleryuz, destnîşan kir ku li Herêma Egeyê mal bi mal geriyane û wê pêşdaraziya li hemberî wan hatiye şikandin û got: "Berê gava me digot em ji HDP'ê hatine, hin derdoran xwe li nedîtinê datanî. Lê niha em leqayî bi kesên dixwazin derdên xwe û pirsgirêkên xwe parve bikin re tên. Lewma her ku gilî bibin giliyê hevpar, ziman û pirsgirêk jî dibin ziman û pirsgirêkên hevpar. Ev bi xwe re rêxistinbûyînekê diafirîne û hêviyê zexm dike."    EDALET JI BO HEMÛ CANDARAN    Hevberdevkê Partiya Kesk a Çepgir Huseyîn Çaglar jî anî ziman ku bi rejîma yekzilamî re pergala hiqûqê bi temamî ji holê hatiye rakirin û têgiha edaletê niha bûye têgiheke pir girîng. Çaglar ji bo kampanyayê got: "Lewma kampanyaya edalet ji bo her kesî ya HDP'ê kampanyayeke di cî de ye û divê her kes piştgiriya wê bike." Çaglar, anî ziman ku wan Partiya Kesk a Çepgir ev yek wekî "çar edalet" ava kiriye û got: "Yek ji vana edaleta avhewa û êrîşên li ser xwezayê ne. A rast pandemî, ji ber êrîşên li ser avheway çêbûye. Nexasim jî di bin navê madenvaniyê de daristan û çen tên tunekirin. Ev jî têê wateya tunekirina çavkaniya jiyanê. Ji bo partiya me, edaleta avhewayê pir girîng e. Gava em dibêjin edalet ji bo her kesî, di heman demê de em dibêjin edalet ji bo hemû candaran jî."    TÊKOŞÎNEKE YEKBÛYÎ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ    Endama Meclîsa Giştî ya Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Dîdar Gul jî bibîr xist ku li vê xakê meseleya edaletê, meseleya herî girîng e. Gul, destnîşan kir ku nexasim di 6 salên dawî de gelên Tirkiyeyê Kurdistana Bakur daxwaza ji bo edaletê bilind kirine, lewma kampanyaya navbirî di warê dorfirehkirina daxwaza edaletê de pir girîng e. Gul, anî ziman ku li dijî bêedaletiyê divê hîn bêtir li kuçeyan bin û li dijî bêedaletiyê pêdivî bi mezinkirin û xurtkirina têkoşîna yekbûyî heye.    MA / Esra Solîn Dal