Civaknas Turkoglû: Newroz qadeke berxwedana polîtîk e 2021-03-18 09:02:22 AMED – Civaknas Halîde Turkoglû, anî ziman ku Newroz îro ro veguhereye mecrayeke ku gelên din jî nerihetiya xwe ya li dijî serdestan tînin ziman û bi vî awayî cîhanî bûye.  Îsal dê Newroz bi dirûşmeya "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin" bê pîrozkirin. Derûnas Halîde Turkoglû, destnîşan kir ku Newroz veguheriyeke qadeke polîtîk.    SEMBOLÊN BERXWEDANÊ DUBARE DIKIN    Turkoglû, anî ziman ku li paşxaneya Newrozê berxwedaneke mezin heye û bi mîta Kawayê Hesinkar re berxwedana li dijî zaliman veguheriye cejnekê. Turkoglû, destnîşan kir ku nexasim jî Newroz ji bo kurdan pir girîng e, ji lew re gava mirov li dîroka Kurdistanê dinêre, ev yek bi berdewam dike û smebolên dîrokî yên vê berxwedanê niha jî dubare dikin.    LI DIJÎ TARÎTIYÊ RONAHΠ   Turkoglû, diyar kir ku di hemû merheleyên dîrokê de Newroz bi awayine cuda hatiye pîrozkirin û di vê têkoşînê de gel, rengê xwe yê li dijî serdestan nîşan didin. Turkoglû got: "Pergaleke serdest heye. Meseleya îqtidarê heye û bi vê re rastiyeke tune tê hesibandin û ber bi tarîtiyê ve tê şandin heye. Lê Newroz jî li dijî vê tarîtiyê remza ronahiyê ye. Ronahî hatina baharê, hatina baharê jî têkoşîna li dijî zilmê ye."    Turkoglû, bilêv kir ku lewma divê Newroz tenê wekî "hatina biharê" neyê pênasekirin û got: "Heger bi vî awayî bê şîrovekirin dê di civaknasiya kurd û Kurdistanê de heqîqeta civakî neyê fêmkirin. Di hemû belgeyên dîrokê, di mîtolojiyan û di çavkaniyên fermî de bi awayekî berxwedanê hatiye diyaririn. Tew tiştekî wisa ye ku tu hêzeke serdest nikaribûye li ber wê li ber xwe bide. Herî dawî jî kirine meseleyeke aydê xwe û wê ber bi pêvajoyên bişavtinê ve birine. Newroz, bîrek e. Li gor serdema xwe rengvedana polîtîka a çanda kolektîf û bîra siyasî ya kolektîf e. Lewma ji bo kurdan her tim bi awayeên berxwedana polîtîk ên cu da de bûye çandeke têkoşînê li dijî zilmê."    ‘BÎRA KOLEKTÎF NEHIŞT NEWROZ BIBE 'NEVRUZ''    Turkoglû, destnîşan kir ku civaka kurd ji bo bîra xwe ya xweser, çanda xwe jî li ser Newrozê ava kiriye. Ev kurdbûyîna li ser asasên Newrozê, serdestan jî tirsandiye û got: "Wextekê gava pîrozkirina Newrozê qedexe bûn, hin nîqaş hatin kirin ku 'em ê çawa Newrozê bikin Nevruz.' Lê ji ber ku civaka kurd pir baş bi polîtîkaya bişavtinê ya serdestan dizane û ji ber ku li dijî zaliman xwedî bîreke kolektîf a berxwedanê ye, cejna xwe, bi çanda xwe ya xweser û bi bîra xwe ya siyasî kir yek û Newrozên xwe ava kir."   Turkoglû, anî ziman ku di vê çarçoveyê de Newroz berhemeke bîra kolektîf e û îro ro milyonan derbas kiriye.    BÛ CÎHANΠ   Turkoglû, anî ziman ku ji ber ku Newroz rengvedana daxwazan kurdan ên ji bo demokrasî, azadî û wekheviyê ye û veguheriye "qadeke berxwedana polîtîk", îro ro serdestan çavtirsandî dike û veguheriye mecrayeke ku her kes xwe tê de dibîne. Turkoglû got: "Newrozên sedsala 21'ê êdî tenê ne yên kurdan e, bi daxwazên cuda gelên cîhanê li dor xwe kom kiriye. Yanî Newroz, cîhanî bûye."    Turkoglû, destnîşan kir ku nexasim jî di sala 2013'an de bi peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re veguhriyeke bangawaziyeke ji bo aştiyê jî.