ROJEVA 18'Ê ADARA 2021'AN 2021-03-18 09:00:25 * Li Newroza 2017’an a Amedê polîsan Kemal Kûrkût kuştibû. Di ser kuştina Kûrkût de 4 sal derbas bûn. Birayê Kûrkût, Ercan Kûrkût got: “Em di van şertan de ne li benda edaletê ne. Ji bo edalet pêk edalet pêk were em ê heta dawiyê têbikoşin.”  * Seferên Guney Kûrtalan Ekspresî ku salek bûn ji ber pandemiyê hatibûn sekinandin, dê piştî 21'ê Adarê bi rojekê cardin dest pê bikin.    * Abdûrrahman Aşkan, cezayê wî qediyaye lê dîsa jî nayê berdan. Keça wî Rojbîn Bor, diyar kir ku ev demeke bavê wê nikare xwarinê bixwe û nayê tedawîkirin.      * Li Wanê welatiyên ku dê tevli pîrozbahiya Newrozê bibin, diyar kirin ku dê li qadan daxwazên xwe yên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û yekîtiya neteweyî biqîrin.    * Wezareta Bajarvanî û Derdorê li navçeya Sûrê li ser navê projeya restorasyona avahiyên bi tescîl, dest tatîne ser mal û milkên welatiyan. Wezaret zorê li welatiyan dike ku heqê restorasyonê îtiraz nekin û taahhutnameyê îmze bikin.    * Sendîkayan bang li hemû karkeran kirin ki li dijî zilma Kod-29'ê tevli pîrozbahiya Newrozê ya li Yenkîkapiyê bibin.    *  Civaknas Halîde Turkoglû, anî ziman ku Newroz îro ro veguhereye mecrayeke ku gelên din jî nerihetiya xwe ya li dijî serdestan tînin ziman û bi vî awayî cîhanî bûye.    *Nûnerên partiyên siyasî yên li Îzmîrê anîn ziman ku kampanyaya "Destpêkê Edalet" a HDP'ê veguheriye daxwazeke civakî.    * Xwediyê barê Umît Yaşar diyar kir ku ji ber ku kargeha wî girtiye zor û zehmetiyê dikişîne û got: "20 sal in bacê didim dewletê, lê dewletê nikaribû 20 mehan xwedî li min derkeve."    * Xwediyê barê Umît Yaşar diyar kir ku ji ber ku kargeha wî girtiye zor û zehmetiyê dikişîne û got: "20 sal in bacê didim dewletê, lê dewletê nikaribû 20 mehan xwedî li min derkeve."    * Li gelek bajaran wê amadekariyên pîrozbahiyên Newrozê werin birêvebirin. (10.00-19.00)   * Rêxistinên HDP'ê yên bajaran wê li gelek bajaran li dijî betalkirina parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû û doza vekirina ji bo girtina HDP'ê daxuyanî bidin. (11:00-17.00)   * Nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 10'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.