Li Hezexê agirê Newrozê gur kirin 2021-03-17 21:06:06   ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê ya Şirnexê agirê newrozê hat vêxistin.   Li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi tevlîbûna rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) agirê newrozê hat vêxistin. Gel danê êvarî li Taxa Jor kom bû û bi dirûşmeyên "Bijî Newroz" agirê Newrozê vêxist. Welatiyan li dor agir govend gerand.