Kelemçeyên elektronîk tên şikandin 2021-03-17 14:15:25   STENBOL - Endama SGDF’yê Aze Denîz Akşar ku ji ber tevlî şermezarkirinên rektorê qeyûm bû derbarê wê de hefsa malê hatibû dayîn, ragihand ku kelemçeya xwe ji lingê xwe derxistiye û biryara hefsa malê xera kiriye.   Gelek xwendekar bi hêceta ku tevli çalakiyên şermezarkirinê yên rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê bûbûn hatibûn girtin û li 29 xwendekaran jî cezayê hefsa malê hatibû birîn. Jinên ku di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi gotina “Em ne di hepsa malê de ne di serhildana femînîst de ne” kelemçeyên xwe şikandibûn, pêkanîna kelemçeyê red kiribûn. Endama Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Aze Denîz Akşar ku ji ber tevli şermezarkirinên rektorê qeyûm bû derbarê wê de bi sûcdariya “Mûhalefeta li dijî Qanûna Meşên Xwepêşandan û Civînan a bi hejmara 2911'an kiriye” cezayê hefsa malê lê hatibû birîn. Akşar kelemçeya xwe ji lingê xwe derxist û biryara hefsa malê xera kir.   ‘ZANÎNGEH NAYÊ DARIZANDIN’   Akşar di vîdeoya li ser medya civakî de weşand, bi van gotinan ragihand ku ji hefsa malê derketiye: “Ji ber min piştevaniya berxwedana Bogazîçiyê kir ji mehekê zêdetire di hefsa malê de me. Bi hevalên xwe Selo û Dogû yên di berxwedanê de mil dane min re diçim Edliyeya Çaglayanê ku doza 7 kes lê tên darizandin. Ez hefsa malê nas nakim. Hefsa malê girtine. Zanîngeh nayê darizandin.”