Tecrîd bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin 2021-03-17 13:53:41   AMED - HDP û DBP’iyên xwestin li Amedê balê bikişînin ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê, hatin astengkirin û astgengkirina li hemberî xwe bi çalakiya rûniştinê şermezar kirin.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger ku girtiyan ji bo tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dane destpêkirin, xwest li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolûyê ya li navçeya Rezanê daxuyaniyê bide. Partiya Heremên Demokratîk (DBP), endam û rêveberên bajar û navçeyan ên HDP’ê, Komeleya 78’an û gelek welatiyan piştgiriya daxuyaniyê kir. Lê polîsan koma ket parkê dorpêç kir. Polîsan, bi hinceta di nava daxuyaniyê de peyvên “tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê” hene destûr neda daxuyanî were dayîn.   Piştî ku polîsan destûr neda daxuyaniyê girseyê bi çepikan bertek nîşanî wan da û çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Girse piştî çalakiya rûniştinê ji parkê veqetiya.